Şandeya Rûspiyan serdana Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê kir

Şandeyek ji rûspiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca pêşxistina têkiliyan û nîqaşkirina rewşên herêmê serdana Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê, kir.

Şandeya Rûspiyan serdana Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê kir
Şandeya Rûspiyan serdana Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê kir
Şandeya Rûspiyan serdana Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê kir
Şandeya Rûspiyan serdana Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê kir
6 ÇILE, 2020   14:48
QAMIŞLO

Desteya Rûspiyan a herêmên a Bakur û Rojhilatê Sûriyê desteyek sivîl e. Ji rûspî û şêx êlên tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bûye. Ji 35 endaman pêk tê. komîteyên şaxî yên desteya li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene. Desteyê armanc dike têkiliyan di navbera rêveberiyên xweser û rûspiyên êlên herêmê de xurt bike.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber Talet Yunis û Nazîre Gewriye, şêwirmenda Rêveberiya Xweser Dîlber Yûsif û çîgirê hevserokatiyê Elî El-Keûd şandeya Desteya Rûspiyan a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşwazî kirin.

Her du aliyan rewşa civakî ya deverên herêma Cizîrê li gel êrişên Tirkiyê û hewldanên gelek aliyan ji bo ku ewlehiya herêmê bihejînin nîqaş kirin. Her wiha pêwîstiya pêşxistin û xurtkirina têkiliyan di navbera her du aliyan de bi taybet di warê civakî de teqez kirin.

(şx)

ANHA