Ciwanên Dirbêsiyê: Em ê heta rakirina tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin

Ciwanên navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku ew ê heta rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe berdewam bikin.

Ciwanên Dirbêsiyê: Em ê heta rakirina tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin
Ciwanên Dirbêsiyê: Em ê heta rakirina tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin
Ciwanên Dirbêsiyê: Em ê heta rakirina tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin
Ciwanên Dirbêsiyê: Em ê heta rakirina tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin
6 ÇILE, 2020   13:59
HESEKÊ

Bi sedan ciwan û şêniyên navçeya Dirbêsiyê îro li pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê kom bûn û meşeke şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li dar xist.

Meş ji pêşiya navenda ciwanên dest pê kir û ber bi kolana sereke ve çû. Ciwanan pankartên "Bi rihê ciwanan em ê tecrîdê bişikînin" û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên YPG`ê hildan.

Li sûka navendî endamê rêveberiya Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Rodî Heval axivî û siyaseta dewleta Tirk a dagirker û hemû siyasetên li dijî gelê Kurd şermezar kirin. Rodî Heval daxwaz ji rêxistinên mirovî û mafnas kir ku tecrîda li ser Ocalan rakin.

Her wiha Heval tekez kir ku ew ê heta rakirina tecrîdê têkoşîna xwe li dijî siyasetên Tirkiyê yên dagirker û komkujiyên der heqê gelê Kurd û gelên herêmê de pêk tîne, bidomînin.

Meş bi dirûşmên banga azadiya rêber Ocalan bi dawî bû.

(jo)

ANHA