ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6 -1-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6 -1-2020
6 ÇILE, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya mehane bi deste û buroyên rêveberiyê li dar dixe, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Parêzer Xalid Umer diyar kir ku di ti qanûnên nivîskî û urfên der barê dadgeh û girtîgehan de tiştek navê xwe cezayên veşartî yanî biryarên veşartî tinene. Xalid got, tevahî cezayên li ser Rêber Ocelan têne meşandin siyasî ne, armanc jê şikandina vîna gelê Kurd e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Helebê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocelan şermezar kir û gotin, her çiqasî dewleta Tirk tecrîdê giran bike girêdana wan a bi fikr û felsefeya Ocelan ve bihêztir dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyê bi navê Hemîd Sîno yê ji Serêkaniyê  ji ber êrişên artêşa a Tirk a dagirker û çeteyên wê koçberî bajarê Hesekê bûye diyar dike ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker mala wî talan kirin û mala birayê wî şewitandin û delîlê van binpêkirinan di destê wî de hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên kantona Efrînê gotin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nahêlin şêniyên Kurd biçin nav zeviyên xwe. Tevî wê şêniyan direvînin û malan talan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Piştî ku rêveberiya Donald Trump hate ser kar, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Rojhilata Navîn polîtîkaya xwe guherand û di van rojên dawîn de jî li Iraqê gavên tund diavêje. DYA, êdî Heşd El-Şebî dike hedef ku heta du sê sal bere jî li dijî DAIŞ’ê pê re tev digeriya. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Efrîna dagirkirî Şêraz Hemo  îşaret bi encamên kongreyê navdewletî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine lidarxistin, kir û got: “Kongreyên wiha pir giringin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lêkolînêrê Karûbarê Îranê Dr.Hanî Silêman got: “Amerîkayê bi kuştina  Sulêmanî re Amerîka derbe li serweriya Îranê xist. Ji ber vê yekê dê bersiva Îranê jî li dijî berjewendiyên Amerîkayê be.” (BI WÊNE).

JIN

-Bi dirûşmeya "Bi rihê jina welatparêz wê berxwedana jina  azad biserkeve" Rêveberiya Jin a Reqayê civîna xwe ya salane ya duyem li navenda çandê li dar dixe, saet 09:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Ciwanên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan meşekê lidar dixe, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ciwanên Kurd bang li partiyên kurdî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku yekitiya xwe ava bikin. Ciwanên gotin: "Bi yekitiyê wê tevahî planên li dijî gelê me têk biçin û dê bi awayekî erênî bandore li tevahî parçeyên din ên Kurdistanê bike, di heman demê de dê desteka hewleta kurdî di qadên navdewletî de hebin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koma "Siya Jîn" a girêdayî Çand û Hunera Demokratîk yekemîn koma stranan li bajarê Helebê tê hesibandin. Kom dê di Adara bê de stranekê derxîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê miqdara dabînên ku cotkarên ji ber şewatên sala derbasbûyî zirar dîtine eşkere kir. Her wiha desteyê bang li cotkaran kir ku di destpêka mewsima niha de baldar bin û girtekên pêwîst bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA