Erdogan: Leşkerên me ber bi Lîbyayê ve diçin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihandin ku leşkerên Tirk ber bi Lîbyayê ve diçin.

Erdogan: Leşkerên me ber bi Lîbyayê ve diçin
5 ÇILE, 2020   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Erdogan di hevdîtinekê de bi Kenala "CNN" û "D" yên Tirkiyê re got, leşkerên Tirk hêdî hêdî ber bi Lîbyayê ve diçin.

Erdogan anî ziman ku welatî ji şermezarkirina Erebestana Siûdî ya ji biryara şandina hêzên Tirk ji bo Lîbyayê ne aciz e û got, ew ti giraniyê nade vê şermezarkirinê.

Parlamantoya Tirkiyê roja Pêncşema borî mûzakeriya şandina hêzên Tirkiyê ji bo Lîbyayê erê kir da ku piştgiriya hikûmeta Fayiz El-Serac li dijî artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bike.

Parlamantoya Lîbyayê di civîna xwe ya li Tebreqayê de ji ber lihevkirina di navbera hikûmeta Wîfaqê ya Fayîz El-Serac û Erdogan de têkiyên xwe bi Tirkiyê re qut kir. li gorî lihevkirina El-Serac û Erdogan, sînorê deryayî xêz tê xêzkirin û Tirkiyê desteka leşkerî dide hikûmeta Wîfaqê.

Parlamanto biryar da ku ev lihevkirin ne rewa ye û îbtalkirî ye.

Erebistana Siûdî biryara şandina leşkerên Tirkiyê ji bo Lîbyayê şermezar kiribû û wekî destwerdanekê di karûbarên welatên erebî de bi nav kir.