Mijarên rojnameyên erebî – 6 Çile

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa rewşa Idlib, nakokiya Amerîka û Îranê û destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 6 Çile
6 ÇILE, 2020   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSET: BALAFIRÊN RÛSYAYÊ DÎSA LI SER IDLIBÊ DIGERIN

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Sûriyê di gelek mijaran de kir ku jê jî rewşa Idlibê ye. Rojnameya Şerq El-Ewest wiha nivîsand: "Di 10 rojên dawîn de li bejahiyên Idlibê, şerekî leşkerî yê dijwar rûda. Her wiha hêzên rejîmê, bejahiyên Hema, Idlib û Laziqiyê bi nêzî 240 derbeyên asîmanî û bejahî hedef girtin."

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê duh Xeqa û Meiseran ên bejahiyên Meret El-Nûman hedef girtin. Her wiha helîkoteran bi bermîlên teqemeniyê derdora Meerşemarîn hedef girt. Di heman demê de jî hêzên rejîmê şeva yekşemê û duh sibehê deverên Meerşorîn, Meerşemsa, Tilmenes, Meret El-Nûman, Meiseran, Meerşemarîn û Dêra Şerqî û Xerbî, topbaran kirin.

Li aliyekî din jî AFP`ê daxuyand ku di derbeyên asîmanî yên li dijî Belda ya Idlibê ya Bakur û Rojavayê Sûriyê ya duh de, 5 sivîl hatin qetilkirin.

Hêzên rejîmê û hevalbenda wê Rûsya ji nîvê meha Kanûnê ve derbeyên xwe li dijî herêmên di binê serweriya Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) de û her wiha jî komên dîtir ên çekdar, pêk anîn. Di encamê de tevî agirbesta ku di Tebaxê de pêk hatiye û bangên NY’yê yên kêmkirina şer jî, pêşdeçûnek pêk anî.

EL-BEYAN: AMADEKARIYÊN AMERÎKA Û ÎRANÊ LI ROJHILATÊ FIRATÊ

Rojnameya El-Beyan li ser zimanê çavkaniyên li rojhilatê Firatê wiha nivîsî: "Hem Amerîka, hem jî Îranê amadekariyên xwe yên leşkerî li herêmên rojhilatê Firatê yên Sûriyê bi taybet li parêzgeha Dêrazorê ya rojhilatê welêt, zêde kirin. Bi wê re jî dibe ku bibe qada nakokiyên Amerîka û Îranê piştî kuştina fermandarê Feyleq El-Quds Qasim Suleymanî û her jî niyeta Îranê ya şer li herêmê heye."

Girêdayî heman mijarê, duh sibehê balafirên nenas nuqteyên Îranê yên li Bokemalê yên li ser sînorê Iraq-Sûriyê hedef girtin ku tê texmînkirin balafirên Amerîkayê bin. Li aliyekî din jî El-Beyan li ser zimanê çalakvanên li bajarê Bokemal piştrast kir ku balafiran baregeh û navendên herî girîng ên Îranê li gundê Siwêyîyê yê li ser sînor hedef girtin û her wiha baregeha bi navê "El-Îmam Elî" ku navendên ewlehiyê yên li Bokemalê ne, hatin topbarankirin.

Ji aliyekî dîtir ve jî, DYA’yê piştevaniya lojistîk ji baregehên xwe yên li rojhilatê Firatê zêde kir. Şevê berê, zêdetirî 130 loderên lojistîkî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn. girêdayî heman mijarê, El-Beyan li ser zimanê çavkaniyên ji Dêrazorê daxuyand ku beşek ji amadekariyên leşkerî ber bi baregehên li bejahiyên Bokemal ên li zeviyê El-Umer a petrolê ve, ketin rê.

EL-EREB: ERDOGAN… XEWN Û XEYAL

Der barê tevgera Tirkiyê di Rojhilata Navîn de nivîskar Xeyrullah Xeyrullah di rojnameya El-Ereb de wiha nivîsand: "Tiştek ji windakirina derfetan xirabtir tune ye. Bi taybet dema mirov di welatê xwe de siyasetmedarekî ku cihê yekem girtibe. Di dawiyê de xewn dimînin xewn û xeyal jî dimînin xeyal. Lê belê xeyal werimî dimînin. Ev yek dema  ku serokê siyasetmedar nikare sînorê ku dixwazê pêk bîne, çêdibe."

Ev rewşa serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan e, qralê ku derfetan ji destê xwe dide, ê ku dikaribû roleke sereke di aliyê navdewletî de ji dêvla xistina Tirkiyê ya nava rewşeke aloz, bilîsta.

EL-BEYAN: TEVGERA NAVDEWLETÎ JI BO SEKINANDINA ŞER

Girêdayî nakokiya Amerîka-Îranê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Paytextên cîhanê û berpirsên wan dê xetereya li ser aramiya li herêma Rojhilata Navîn, dibe ku jê mezintir be jî, hîs bikin. Şerê di navbera DAY û Îranê de di encama kuştina generalê Îranê Qasim Suleymanî û hejmarek ji kesên wî diparêzin, pêk hat. Tevger û peywendiyên erebî û navdewletî di nava çend saetên derbasbûyî de û ji dema kuştina Suleymanî hatin kirin. Ev yek ji bo sekinandina tevliheviya li herêmê ye."

(fr-bx)