Li Iraqê li dijî nakokiyên Amerîka û Îranê xwepêşandanên gel

Li Iraqê xwepêşandan ji bo şermezarkirina nakokiyên Amerîka û Îranê li ser axa Iraqê dewam dikin. Di xwepêşandanan de heta niha 2 welatiyên Iraqê hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn. Her wiha li ser daxwaza xwepêşandaran, polîsên Iraqê navenda Desteya Heşd El-Şebî wergirt.

Li Iraqê li dijî nakokiyên Amerîka û Îranê xwepêşandanên gel
5 ÇILE, 2020   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeke çekdar ku dixwest wekî sembol merasîma Qasim Suleymanî çêke, xwepêşandaran li pêşiya wan derketin û di encamê de, 2 welatiyên iraqî hatin kuştin û hinekî din jî birîndar bûn. 

Herî kêm 2 iraqî di xwepêşandanê de hatin qetilkirin û hinên din jî birîndar bûn. Ew jî dema ku xwepêşandêran nerazîbûna xwe li ser pêkanîna komeke çete ya bergiya merasîma sembolîk a fermandarê Feyleq El-Quds a Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî nîşan da, pêk hat.

Di navbera xwepêşandêrên Iraqê û koma çekdar de li Qada El-Hebobî ya bajarê Nasiriyê yê li parêzgeha Zîqar a başûrê welêt, şer derket.

Polîsên Iraqê, navenda Desteya Heşd El-Şebî ya Zîqar (Nasiriyê) tevî berdewama xwepêşandana şermezarkirina nakokiyên Amerîka û Îranê, wergirt.

Di heman mijarê de, YE’yê, wezîrê karên derve yê Îranê vexwend Brukselê da ku pêşdeçûnên dawîn ên aloziya Amerîka û Îranê, nîqaş bikin.

Di navbera DYA û Îranê de der heqê kuştina Suleymanî yê fermandarê Feyleq El-Quds a girêdayî Pasdarên Îranê, cîgirê Heşd El-Şabî yê Iraqê Ebû Mihdî El-Muhendis û hejmarek ji îranî û iraqiyan, nakokiyan rû da.

(fr)