Şêniyên Tirbespiyê li dijî tecrîda li ser Ocalan meşiyan

Şêniyên navçeya Tirbespiyê li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist û bang li hemû saziyên sivîl, rêxistinên hiqûqî û azadîxwazên cîhanê kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk piştgiriya gelên herêmê bikin.

Şêniyên Tirbespiyê li dijî tecrîda li ser Ocalan meşiyan
Şêniyên Tirbespiyê li dijî tecrîda li ser Ocalan meşiyan
Şêniyên Tirbespiyê li dijî tecrîda li ser Ocalan meşiyan
Şêniyên Tirbespiyê li dijî tecrîda li ser Ocalan meşiyan
Şêniyên Tirbespiyê li dijî tecrîda li ser Ocalan meşiyan
5 ÇILE, 2020   12:42
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, her wiha ferzkirina cezayên disîplînê yên din li dijî wî ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve, îro şêniyên navçeya Tirbespiyê yên Kurd, Ereb û Suryan wê îro meşek li dar xist.

Parêzerên rêber Ocalan piştî 8 salan, di 2 û 22`yê Gulanê, 12 û 18`ê Tîrmehê û 7`ê Tebaxa 2019`an de hevdîtin bi muwekîlê xwe re pêk anîn.  Di 21`ê Cotmeha 2019`an de hikumeta Tirk cezayên "disîplînê" yên din der heqê Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê de ferz kirin. Parêzeran ragihand ku cezayên hatine ferzkirin ne zelal in û navaroka wan nizanin.

Pêkhateyên Tirbespiyê ji pêşiya avahiya perwerdeyê heta sûka navendî meşiyan. Meşvanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Azadiya Ocalan, azadiya gelan e" rakirin. Her wiha sloganên banga bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan berz kirin.

Şêniyan her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî pêkhateyên herêmê û binpêkirinên wê yên li herêmên ku dagirkirine wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kirin.

Meş li sûka navendî veguherî mîtingê. Di mîtîngê de yek ji endamên rêveberiya Kongreya Star Amed Silêman wiha axivî: "Bi navê pêkhateyên navçeya Tirbespiyê em siysetên dagirkeriyê ku azadiya gelên herêmê dikin armanc red dikin. Bi taybetî jin û ciwan tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar dikin.”

Amed Silêman tekez kir ku li dijî siyasetên dagirkeriyê ku hewl didin pêkhateyên herêmê lawaz bikin, berxwedana gelê herêmê berdewam e û wiha got: "Rêya tekoşînê, rêya rizgariya gelan e."

Her wiha Amed bang li hemû saziyên sivîl, rêxistinê hiqûqî û azadîxwazên cîhanê kir ku li dijî dagirkeran piştgiriya gelên herêmê bikin û tecrîda Ii ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/daS6CRavWq4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>