Şervanên nû tev li Meclîsa Leşkerî ya Şedadê bûn

Piştî ku perwerdeya xwe ya leşkerî bi dawî kirin, hejmareke din ji ciwanan tev li Meclîsa Leşkerî ya Şedadê bûn.

Şervanên nû tev li Meclîsa Leşkerî ya Şedadê bûn
Şervanên nû tev li Meclîsa Leşkerî ya Şedadê bûn
Şervanên nû tev li Meclîsa Leşkerî ya Şedadê bûn
Şervanên nû tev li Meclîsa Leşkerî ya Şedadê bûn
5 ÇILE, 2020   12:59
HESEKÊ

Akademiya Şehîd Birûsk Pêro ya li navçeya Şedadê dewreyeke din a perwerdeya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Şedadê bi navê Dewreya Şehîd Şaho Nûman bi dawî kir.

Dewreya perwerdeyê 25 rojan dewam kir û hejamrek ji ciwanên navçeya Şedadê û bajarokên girêdayî wê tev lê bûn. Di dewreyê de waneyên leşkerî û siyasî hatin dayîn.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Şedadê Hecî Ebo Salih tevî gelek fermandarên focan yên girêdayî navçeya Şedadê, her wiha malbata şehîd Nûman (Cîwar Ebdelrehîm) ku dewre bi navê wî hate binavkirin, di merasîma bidawîkirina dewreyê de amade bûn.

Hecî Ebû Salih axivî û bidawîkirina dewreyê li şervanan pîroz kir. Her wiha tekez kir ku erka parastina şêniyên herêmê ji şaneyên çeteyên DAIŞ`ê û komên ku hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin, dikeve ser milê şervanên ku ji dewreyê derketine.

Ebû Salih her wiha tekezî bi girîngiya yekrêziya gelên herêmê li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker ku hîna li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e, kir.

Ji aliyê xwe ve dayika şehîd Şaho Resmiye Dawid diyar kir ku dê heta pêkanîna armancên wan, rêya şehîdan bişopînin.

Di dawiyê de şervanan sonda leşkerî xwarin û soza parastina erd û welatê xwe ji dagirkeran dan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hejmara şervanên ku ji destpêka ragihandin vê dewreyê ve tev li Meclîsa Leşkerî ya Şedadê bûne, gihîştiye sedan.

(cx)

ANHA