‘Bi yekîtiya Kurdan wê êrişên Tirkiyê têk biçin‘

Şêniyên taxa Eşrefiyê ya Helebê gotin: “Parastina çand û doza Kurd erka tevahî partiyên Kurdan e. Bi yekîtiya Kurdan wê êrişên Tirkiyê têk biçin.”

‘Bi yekîtiya Kurdan wê êrişên Tirkiyê têk biçin‘
4 ÇILE, 2020   06:50
HELEB – MIHEMED EBDO – ARIF SILÊMAN

Şêniyên taxa Eşrefiya ya Helebê têkildarî girîngiya yekîtiya kurdî û parastina doza kurdî nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Mihemed Silêman Hemo: “Armanca dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd e. Tirkiye dixwaze çand û zimanê Kurdî ji holê rake. Em bang li tevahî partiyên Kurd  dikin ku li hev kom bibin û bighêjin çareseriyekê ku dawî li êriş û kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelê Kurd bîne. Bi yekîtiya kurdî wê êrişên Tirkiyê yên li ser gelê Kurd têk biçin.”

Ehmed Reşîd: Pêvajoya ku gelê Kurd tê re derbas dibe pir hesas e. Li dijî Kurdan planên qirkirinê têne kirin. Divê partî yekrêziya xwe ava bikin. Heger yekîtî çênebe dê xeteriyeke mezin li ser gelê Kurd hebe. Em dixwazin hemû partî gotin, nêrîn û fikra xwe bikin yek.

Remzî Mihemed: Hin partî berî bi doza kurdî bifikrin bi berjewendiyên xwe difikrin, ev ne exlaqê Kurd e. Divê berjewendiyên gelê xwe di ser her tiştî re bigirin. Ji ber ku îro di pêvajoya qirkirina etnîkî û çandî re derbas dibin. Parastina gel erka tevahî partiyan e û doza kurdî esasê hebûna Kurdan li ser xaka xwe ye. Ev yek jî bi rêya yekîtiya netewî pêkan e.

Henan Seydo: Divê tevahî partî ji bo parastina doza kurdî û mafê gelê Kurd bibin destek û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser gelên herêmê bi giştî û gelê Kurd bi taybet şermezar bikin.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Eul6eLk8skA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>