ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-1-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-1-2020
4 ÇILE, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

. -Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulallah Ocalan jinên Şehba yên navçeya Kefernayê daxuyanî dan raya giştî, di heman çarçoveyê de buroya PYD`ê şaxê Hebelê li pêşiya navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûdê daxuyanî dan. (BI DÎMEN Û WÊNE).

-TEV-DEM civîna xwe ya salane li navenda PYD`ê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 09,00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê gotin, parastina çand û doza kurdî erêka partiyên kurdî ye û yekîtiya gelê Kurd êrişên artêşa Tirk vala derdixînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Berpirsê Têkiliyên Dîplomatîk ê PYD`ê şaxê herêma Firatê Bekir Hec Îsa got, ku çareseriya aloziya Sûriyê di projeya Neteweya Demokratîk de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûspiyên eşîrên ereban ên kantona Qamişlo banga diyalogên Sûrî-Sûrî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Lêkolîner û çalagerê têkiliyên navdewletî û karûbarên Îranê doktor Îyad Mecalî got, ku kuştina Qamism Silêmanî pêşbînkirîbû, Îran dê bersivê bide lê rûdana şer ne mumkin e, li gel ku di qada siyasî de Îranê buyera kuştina Silêmanî bi kar tîne û jê re baştire ji bersiva leşkerî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Endama Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Roj Dêrsim got, ku armanca sereke ya YPJ`ê parastina jinan ji bindestî û zilmkariyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Koçberên ji Serêkaniyê diyar kirin, ku çeteyan li dijî wan binpêkirin pêk anîne, sivîl revandine û malên wan wêrankirine, li ser vî esasî banga derxistina çeteyên artêşa Tirk kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi hatina baranê re encamên serketina projeyên ragerên avê diyar bû.Tê zanîn ku Şaredariya Gel şaxê Kobanê di Şibata derbasbûyî de dest bi projeyên rageran kiribûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA