Koalîsyona Navneteweyî: Me tu derbeyên asmanî li dijî Heşd Şebî pêk neanî ne

Koalîsyona Navneteweyî ya ku DYA`yê li dijî DAIŞ`ê birêve dibe, derbeyên asmanî li dijî hêzên Heşa Şebî derewand.

Koalîsyona Navneteweyî: Me tu derbeyên asmanî li dijî Heşd Şebî pêk neanî ne
4 ÇILE, 2020   07:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Koalîsyona ku DYA li dijî DAIŞ`ê birêve dibe, ragihand ku wê derbeyên asmanî ya li nêzî baregeha El-Tacî li bakurê paytexta Iraqê Bexdayê pêk neaniye.

Berdevkê koalîsyonê di tiwttekê de wiha got: "Koalîsyonê tu derbeyên asmanî li nêzî baregeha El-Tacî di rojên çûyî pêk neaniye."

Beriya niha, di encama derbeyên asmanî li ser tugayeke ji hêzên Heşa Şebî li nêzî baregeha El-Tacî de 6 kes hatin kuştin û 3 kes bi giranî birîndar bûn.

Televîzyona fermî ya Iraqê diyar kir ku ew derbeyên asmanî yên Amerîka ne.

(jo)