Bekir Hec Îsa: Çareserî li ser xaka Sûriyê ye

Berpirsê Têkiliyên Karê Dîplomatîk ê PYD`ê yê şaxê herêma Firatê Bekir Hec Îsa got: “Çareseriya aloziya Sûriyê di projeya Neteweya Demokratîk de ye û li ser xaka Sûriyê ye.”

Bekir Hec Îsa: Çareserî li ser xaka Sûriyê ye
4 ÇILE, 2020   05:20
KOBANÊ

Sala 2019`an bi dawî bû û em derbasî sala 2020`an lê hêj aloziya Sûriyê bi dawî nebûye û derbasî sala nehemîn bû û dewletên derve destwerdana çarenûsa welat dikin.

Di pêvajoya salên derbasbûyî de kesên herîbi aloziyê re bûn qurban, gelên Sûriyê bûn.

Hêj gelên Sûriyê dibine qurban û dewletên herêmî û navdewletî destwerdana karûbarên welat dikin, di encamê de hem gel hatin qetkirin, hem jî birîndar û koçber bûn.

Da ku em berfirehtir balê bikişînin ser alozî û pêşeroja Sûriyê, me hevdîtin bi berpirsê Têkiliyên Dîplomatîk ê PYD`ê şaxê herêma Firatê Bekir Hec Îsa re çêkir.

Bekir Hec Îsa wiha axivî: "Çareseriya aloziya sûriyê bi rêya jiyana hevbeş û biratiya gelan çareser dibe û ev jî bi rêya projeya Neteweya Demokratîk a ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkan e.  Çareseriya aloziya Sûriyê ne îsal û çend salên bê misoger dibe, sedema vê yekê jî opozisyona tundrew û rejîm çareseriya leşkerî hildibijêrin û projeya siyasî ya ku xizmeta gelên Sûriyê bike paşguh dikin.”

Berpirsê Têkiliyên Dîplomatîk Bekir wiha pê de çû: “Heta niha pêşeroja Sûriyê ne diyar e û opozisyon û rejîm hêj bi hişmendiya tekane ve girêdayî ne û banga gelên Sûriyê ji bîr kirine. Hem jî nivîsên zarokên derawî yên li ser dîwan ku banga azadî û demokratîbûnê dikirin ji bîr kirine.”

Bekir got: “Êdî çekdar û rejîma Sûriyê li ber çavên gelên Sûriyê reş bûne, hem ji ber têgehên newtewperestî û hem jî ji ber têgehên tundew ên îslamperestî ye.”

Bekir Hec Îsa diyar kir ku PYD sala nû wekî sala çareseriya aloziya Sûriyê nabîne û sedema vê yekê jî ji ber her du alî ne xwedan projeke demokratîk in.

Têkildarî destwerdanên dewletên derve di aloziya Sûriyê de Hec Îsa wiha anî ziman: “Dewletên destwerdana karûbarên Sûriyê dikin, ne ku berjewendiyên gelên Sûriyê difikin. Ew berjewendiyên xwe yên kesayetî didin ber çavên xwe. Li gel ku kesên dixwazin aloziya Sûriyê çareser bibe, bila bizanin ku çareserî ne di civînên Astanayê de ye lê li cem gelên Sûrî bi xwe ye.”

Bekir Hec Îsa wiha got: “Îsal saleke bi tirs e, ji ber projeyên siyasî yên ku çareseriya aloziya Sûriyê ji xwe re kirine armanc tune ne. Li gel ku çareseriyên leşkerî hildibijêrin û ev jî nûnertiya vîna gelên Sûriyê  nake, berevajî vê aloziyê kurtir dike.”

Bekir Hec Îsa bang li partiyên Kurdan kir, ku yekîtiya xwe ava bikin û xizmeta gelê Kurd û gelên herêmê bikin.

Berpirsê Têkiliyên Dîplomatîk ê PYD`ê şaxê herêma Firatê Bekir Hec Îsa wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê mirov domdar balê bikişîne ser rêya çareseriya aloziya Sûriyê ku ew jî di projeya Neteweya Demokratîk de ye û navgîna hevgirtina pêkhateyên herêmê pêk ve ye. Her wiha kesên beşdarî civînên Astana û Soçî dibin divê bizanin ku çareserî li ser xaka Sûriyê ye.”

(eh)

ANHA