Îyad Mecalî: Ji bo Îranê kuştina Qasim Sulêmanî di qada siyasî de baştir e  

Lêkolîner û çalakgerê têkiliyên navdewletî û karûbarên Îranê Dr. Iyad Mecalî got: “Pêşbîniya kuştina Qasim Sulêmanî hebû. Li gel ku Îran di bersivê de difikire û rûdana şer ne mumkin e.”

Îyad Mecalî: Ji bo Îranê kuştina Qasim Sulêmanî di qada siyasî de baştir e  
4 ÇILE, 2020   06:15
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA HEBÎB

Duh DYA`yê fermandarê Feyleq El-Qudis ê Îranê Qasim Sulêmanî û fermandarên din ên Heşd El-Şabî yê Iraqê kirin armanc. Di encamê li herêmê û Rojhilata Navîn nerehetî derket holê.

Piştî kuştina Qasim hate ragihandin, fermandarên Îranê gefa bersiveke tund dan û dewletên din derbarê rûdana şerê li herêmê hişyar kirin. Lewma Rojhilata Navîn bendewarên bersiva Îranê ne. Di vê derbarê de çalakger û lêkolînerê Têkiliyên Navdewletî yê Karûbarê Îranê yê ji Urdunî doctor Îyad Mecal ji ajansa me re axivî.

Mecalî wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di sala nû de diyar e qada siyasî ya herêmî bi nakokiyên Amerîka û Îranê dest pê dike û ev jî berdewamiya şerê 40 salan e.”

Îyad Mecalî derbarê kuştina fermandarê Feyleq El-Qudis Qasim Sulêmanî û Ebû Mihdî El-Muhendis de wiha axivî: “Nebawerim cihêwaziya rûdanê heye. Di encama moşeka Amerîka ya nêzî balafirgeha Bexdadê de rû da. Li gel ku Sulêmanî berpirsê herêmî yê stratejiya rejîma siyasî ya li Teharanê ye û ew jî rasetrast bi hêzên ku DYA`yê û Îsraîlê wekî terorsît bi nav dikin ve girêdayî ye. Di encamê de kuştina Sulimanî dihate payînkirin.”

‘DERBARÊ BERSIVDAYÎNA ÎRANÊ DU RÊGEH HENE’

Derbarê bersiva Îranê ji kuştina Qasim Sulêmanî re Îyad wiha anî ziman: “Ez bawer im Meclisa Ewlekariya Neteweyî ya Îranê amadekariyên oparasyoneke wiha kiriye. Çawa em ê bersivê bidin, her wiha heke Amerîka yan jî Îsraîl li dijî Îranê kiryarên wiha bike dê bersivê bidin? Ev hemû berî niha plankirî ne, nexasim ku armancên Amerîka ji karînên Îranê yên leşkerî û hevalbendên wê gelek in.”

Lêkolîner û Dr. Îyad wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke armanc di qadên aborî û baregehên leşkerî yên herêmê de be, ez bawerim dê bersiv bi du awayan be: Yek bersiva rasterast û ew jî ne mumkin e, tevî ku bersiv heye lê piştî ku kesên bijarde bikin armanc dê bersivê bidin. Bi vê yekê bandorê li civaka navdewletî bikin ku êdî nikaribe aliyê berpirsyar diyar bikin.

JI ÎRANÊ RE BIKARANÎNA KUŞTINA SULÊMANÎ JI BERSIVA LEŞKERÎ BAŞTIR E

Bersiva duyemîn di qada diplomatik de  û bi rêya Îranê zextê li hikumeta Iraqê bike ye. Ji DYA`yê derxistina hêzên xwe ji Iraqê bixwaze û ev jî ji bo Îranê gaveke erênî ye, baştire ji şerê bi Amerîka yan jî bi Îraîlê û yan jî bi yek ji hevalbendên wê re. Lewma pirsnîşan gelek in, gelo Îranê dikare vê bersivê bide,  an jî kuştina Sûlêmanî ji bo xizmeta aloziya hundirîn a Îranê û civaka navdewletî û Ewropa bi kar bîne û ev jî bi serê xwe ji bo qezencên siyasî ye. Kêmkirina cezayên aborî û rê li pêşiya bersivdayîna Îranê veke, da ku bi rêbazekî ku hevalbendên xwe bixe ezmûnê de bide. Tê zanîn ku hevalbendên Îranê anku Rûsya û Çînê ku beriya çend rojan beşdarî şerê darayî bûn.

KUŞTINA SULÊMANÎ DIBE KU BIBE SEDEMA ŞERÊ NAVDEWLETÎ

Di rastiyê de beriya bûyera ketina balafira Amerîka derket holê û Amerîka bê deng ma, her wiha niha ji bo zextê li DYA`yê bike beramberî rûdanên stratejîk ên ku Îranê dide meşandin bê deng ma. Lewma dê destpêka şerê navdewletî be û vekirina girêka têkiliyên Amerîka û Îranê be. Nexasim ku nakokiyên heye dê nirxên petrolê vegerîne wekî berê û şerekî li Kendavê derbixîne. Her wiha dê nirxên cuda derbikevin ortê û hêzên navdewletî Îranê razî bikin.”

Lêkolîner û çalakgerê karûbarên Îranê Îyad wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bersiva lez û rûdana şer ne mumkin e. Di encamê de îdîayên heyî yên çapemaniyan dê bibin sedema şerekî û Îranê dê stratejiyên cuda bikarbîne. Li gel ku Îranê sedema sereke ya gurkirina şer e lê bi pîvanên têkiliyên navdewletî ve girêdayî e û niha jî hewldana bikaranîna vê bûyerê di qada siyasî de dike.”

(eh)

ANHA