Kesên ku ji kampa Holê reviyan, hatin girtin

Yekîneyên Antîterorê jinên rûsî yên ku ji kampa Holê reviyan û hewl dan bigihîjin herêmên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin û paşê biçin xaka Tirkiyê, girtin.

Kesên ku ji kampa Holê reviyan, hatin girtin
Kesên ku ji kampa Holê reviyan, hatin girtin
Kesên ku ji kampa Holê reviyan, hatin girtin
Kesên ku ji kampa Holê reviyan, hatin girtin
3 ÇILE, 2020   10:31
HESEKÊ – EHMED MIHEMED

Hewldanên reva malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampa herî xeternak a cîhanê  kampa Holê ya bi 45 km li rojhilatê bajarê Hesekê, zêde dibe. Di demekê de ku êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê "Artêşa Wetenî ya Sûriyê" li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû dide, pêk tê. Da ku xwe bigihînin herêmên dagirkirî û paşê derbasî xaka Tirkiyê bibin.

Kampa Holê ji kampên herî mezin li herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, 71 hezar kes lê dimînin û ji wan koçberên Sûriyê, penaberên Iraqê û jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê ne. Her wiha ew ji xeternaktirîn kampên cîhanê ye ku 40 hezar jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê lê dimînin.

Li ser bingeha agahiyên rast a reva hejmareke jinên çeteyên DAIŞ`ê û zarokên wan ji kampa Holê û gihandina wan li bajarê Hesekê, Yekîneyên Antîterorê (YAT) yên girêdayî QSD`ê dest bi lêkolînan kir û cihê kombûna malbatên DAIŞ`ê nas kir.

Operasyona YAT`ê îro sibehê pêk hat, hêzên YAT`ê bi ser maleke li taxa Kelasê ya li rojavayê bajarê Hesekê de girt û 3 jinên DAIŞ`î û 6 zarokên ku nasnameyên rûsî radikin, girtin. Her wiha berpirsê gaçaxiyê jî hate girtin.

Der barê operasyonê de, endamê YAT`ê Doxan Hesekê ji ANHA`yê re wiha got: "Me bi ser mala ku ji bo kombûna jinan û zarokên DAIŞ`ê ku dê bireviyana Tirkiyê hatibû amadekirin de girt. Destpêkê me çavdêrî lê kir, ji dema derketina wan ji kampa Holê heta gihandina wan li bajêr, me gaçaxçiyê ku berpirsyariya reva wan dikir, girt. Paşê jinên DAIŞ`ê yên ku nasnameya rûsî radikin, girtin."

Her wiha der barê reva wan de, jinekê wiha got: "Me plan dikir xwe bigihînin bajarê Idlibê yê Sûriyê.” Jineke din jî wiha got: "Me hewl da biçin xaka Tirkiyê bi rêya gaçaxçiyên ji Babê, Cerablus û Ezazê ku malbatan digihînin xaka Tirkiyê."

Her wiha beriya niha berpirsa hêzên ewlehiyê ya kampên malbatên çeteyên DAIŞ`ê Roj Hesen ji ANHA`yê re diyar kiribû ku rewşên tevliheviyê li beramberî hêzên ewlehiyê zêde bû, hêzên wan heta niha pêşî li 635 rewşên revê yên jinên DAIŞ`ê û zarokên wan ji kampê girt.

(jo)

ANHA