Piştî kuştina Suleymanî Washingtonê bang li welatiyên xwe kir ku ji Iraqê derkevin

DYA’yê îro bang li welatiyên xwe yên li Iraqê kir ku berê xwe bidin balafirgehan û yekser ji Iraqê derkevin. Ew jî piştî kuştina Qasim Suleymanî pêk hat.

Piştî kuştina Suleymanî Washingtonê bang li welatiyên xwe kir ku ji Iraqê derkevin
3 ÇILE, 2020   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa AFP’ê wiha ragihand: "Piştî êrişa Amerîkayê ku di encamê de fermandarê Feyleq El-Quds Qasim Suleymanî hatiye kuştin, hikumeta Amerîkayê bang li welatiyên xwe kir ku yekser ji Iraqê derkevin."

Washingtonê bang li welatiyên xwe kir ku berê xwe bidin balafirgehan da ku ji welat derkevin. Heke gerên asîmanî tune bûn jî, divê welatiyên Amerîkayê yên li Iraqê ji wir derkevin û bi bejahî berê xwe bidin welatên dîtir.

Kuştina Qasim Suleymanî derbeyeke mezin ji Îran û siyasetên wê li herêmê ye. Ji ber ku giranbûna wî di siyaseta derve ya Îranê de hebû. Tê texmînkirin ku dê operasyona kuştinê, bi xwe re nakokiyên mezin di navbera Amerîka û Îranê de pêk bîne.

(fr)