Qasim Suleymanî kî ye û rola wî di şerên li herêmê de çi bû?

Kuştina Qasim Suleymanî, derbeyeke mezin li Îranê û siyasetên wê yên li herêmê da, ji ber giraniya wî ya di siyaseta karên derve yên Îranê de hebû. Tê texmînkirin ku bi wê re jî dê nakokiyên mezin di navbera Amerîka û Îranê de pêk werin.

Qasim Suleymanî kî ye û rola wî di şerên li herêmê de çi bû?
3 ÇILE, 2020   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Qasim Suleymanî li Efganistan, Iraq û Sûriyê beşdarî gelek şeran bûye. Di berbanga îro de bi derbeya Amerîkayê ya li dijî balafirgeha Bexdayê hat kuştin. Suleymanî jî ji fermandarên payebilind ên Pasdarên Îranê û plangerekî tevgerên Îranê li Rojhilata Navîn û cîhanê bû.

Qasim Suleymanî di 11’ê Adara 1957’an de li bajarê Qem ê parêzgeha Kerman a Îranê ji dayik bû. Di 1980’î de, tev li Pasdarên Îranê bû da ku beşdarî şerê Iraq-Îranê bibe. Fermandariya Feyleqa "41 Sarullah” (Tolhildana Xwedê) kir. Piştre rutbeya wî bilind bû. Di nav tîmên Îranê yên leşkerî yên li ser sînor belav bûbûn de fermandarekî girîng bû.

Qasim Suleymanî pêşdeçûna xwe di nav Pasdarên Îranê de berdewam kir. Di salên 1990’î de fermandariya Pasdaran li parêzgeha Kerman a bi ser sînorê Efganistanê kir.

Erka dawî jî di 1998’an de bû ku li şûna Ehmed Wehîdî bû fermandarê Feyleq El-Quds a Pasdaran.

Di serhildana xwendekaran a serdema serok Mihemed Xatemî ya sala 1999’an de, Suleymanî tevî 23 fermandarên Pasdaran li ser agahdarkirina Xatemî îmze kir ku tê de dê Pasdar tevgera gel biçewisînin, hat hişyarkirin. Ew jî heke hikumetê nikarî li hember tevgera gel bisekine. Di 2011’an de pêşengê serhildanê Elî Xaminey, rutbeya Suleymanî ji ‘lîwa’ rakir ‘ferîq’.

Suleymanî bi fermana Elî Xaminey, erka berpirsiyariya siyaseta derve ya Îranê li gelek dewletan hilgirt; ji wan dewletan jî Lubnan, Iraq û Afganistan bûn.

Di raporekê de ku hatiye belavkirin, tê diyarkirin ku Suleymanî di 2009’an de li Buroya Serokatiyê ya Iraqê ya berê Celal Talebanî bi Christopher Hill û general Raymond Odierno yên payebilindên Amerîkayê li Iraqê di wê demê de, rûniştiye. Lê rûniştin înkar kir.

Di 2012’an de Qasim Suleymanî bi xwe dest werda rêveberiya Hizbullah a Lubnanê û milîsên Iraqê di şerê Sûriyê de ji baregeha li Şamê.

Şerekî pir kin bû ku Suleymanî bi xwe çavdêr dikir ku ew baregeh ji çeteyan di 2013’an de serwer bikira.

Di Cotmehê de, serokê MOSSAD’ê Îsraîlê Yossi Cohen behsa îdiayên Îranê yên hewldana kuştina fermandarê Feyleq El-Quds Qasim Suleymanî kir û wiha got: "Suleymanî baş dizane ku kuştina wî ne tiştekî nepêkan e. Her wiha jî tu çewtî nekirine heta ku bikeve lîsteya kuştiyên biguman a MOSSAD’ê."

Di destpêka Cotmehê de, serokê îstîxbarata Pasdarên îslamî ya Îranê Hece El-Îslam Husên Taib ragihand ku "plana herêmî" ya kuştina fermandarê Feyleq El-Quds Qasim Suleymanî bi bin ket. Taib wiha lê zêde kir: "Hewldana kuştina Suleymanî li gel şerê etnîk di rojên Fatimiyê û Mehremê de, plana Ibrî û erebî ye ku bi salan li ser wê tê xebitandin. Da ku Suleymanî di hundirê Îranê de bi taybet li parêzgeha Kerman bikujin. Her wiha ew plan bi bin ket û endamên tîmên kuştinê, hatin girtin."

Berbanga îro, balafirên Amerîkayê, êrişek li dijî fermandar û endamên Heşd El-Şebî dema ku ji balafirgeha Bexdayê derdiketin, pêk anîn.

Piştre balafirgeh bi moşekan hatin hedefgirtin. Di encamê de fermandarê Feyleq El-Quds Qasim Suleymanî, Ebû Mehdî El-Muhendis, berpirsê gerînendetiya têkiliyên Heşd El-Şebî Mihemed El-Cabirî, berpisê alavan Heyder Elî û hinên din hatin kuştin.

(fr)