Kampa Mehmûdiyê zehmetiya birêvebirina koçberan dikişîne

Komîteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk aTebqayê xebata berfirehkirina kampa Mehmûdiyê bi dawî kirin. Hejmar gihiştiye 8 hezar kes û ev jî xebata birêvebirin zehmet dike.

Kampa Mehmûdiyê zehmetiya birêvebirina koçberan dikişîne
Kampa Mehmûdiyê zehmetiya birêvebirina koçberan dikişîne
Kampa Mehmûdiyê zehmetiya birêvebirina koçberan dikişîne
Kampa Mehmûdiyê zehmetiya birêvebirina koçberan dikişîne
3 ÇILE, 2020   07:41
TEBQA-UDEY EHEMED

Hejmara koçberên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibe û berê xwe didin kampa Mehmûdiyê yak u 10 km dikeve bakaurê bajarê Tebqayê.Li ser vî esasî Rêveberiya Demokratîk a herêma Tebqayê kamp berfireh kir.

Rêveberiyê bi armanca pêşwaziya koçberan kamp berfireh kir û bi vê yekê hejmara koçberan gihaşt 8 hezar kesî û rewşa rêvebirina wan zor e.

Destpêka meha Cotmeha 2019’an de kampa Mehmûdiyê ji aliyê rojhilat anku aliyê raserî rêya giştî ku di navbera Tebqa û Reqayê de hate berfirehkirin.

Li ser vî esasî 250 malbatên ji ber êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Girê Spî û Eyn Îsayê berê xwe dan kampê pêşwazî kirin.

Bi hatina demsala zivistanê re Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê bi hevkariya rêxistineke mirovî mazot li koçerên li kampê belav kir.

Li ser vî esasî her hefte 10 lîtir mazot li her malbatekê tê balavkirin, lê dîsa lîtreyên hatine veqetandin têra 2 rojan nake û koçber bi sermê re rû bi rû ne.

Ji ber  gaz li kampê tune ye, rêveberiya kampê domdar sûdê ji derfetên xwe digire û hesabê peydabûna madeyên şewitandinê hata 10 mehan dike.

Hevserokê kampê Abdulhadî Ebd got: “Hêj em ji pêwîstiyên koçber û penaberan re dibin alîkar, lê hejmara koçberan zêde ye û derfetên me têna wan nake. Ji ber vê yekê divê rêxistinên navdwletî bibin alîkar.”

Piştî êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêxistinên navdewletî alîkarî nedan û ev ê yekê bandoreke neyînî li koçberan kir.

Di heman çarçoveyê de hêj Heyva Sor a Kurd alîkariya koçberên li kampê dikin û 3 kilînîk li kampê vekirine, hem a zarokan, hem jî ya hundirîn û jinan û 24 saetan xizmeta koçberan dikin.Li gel vê yekê 2 ambulans jî xizmetê dikin û heke pêwîst bike nexweşan radikin nexweşxaneya Tebqa ya Wetenî.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pm4ROsUlpAE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>