Hişkegirêya Sûriyê: Idlib

Idlib ku li Bakur û Rojavayê Sûriyê ye, di navbera Heleb, Hema, Laziqiyê de cih digire. Bajarê Idlibê piştî komên çete yên çekdar lê bi cih bûn, bûye hişkegirêya Sûriyê.

Hişkegirêya Sûriyê: Idlib
3 ÇILE, 2020   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN-UMUT AYDIN

Di Adara 2015'an de bi hevkariya Tirkiye, Erebistana Siûdî û Qeterê komên çekdar ên bi navê Ceyş El-Fetîh, di bin ala El-Nusra ya milê El-Qaîde yê Sûriyê de li hev kom bûn û bajarê Idlibê dagir kir.

Idlib ku ji 14 bajarên Sûriyê bajarek e, piştî ket destê komên çekdar ên El-Nusra û opozîsyonê, komên çekdar ev bajar kir rêgeheke mezin a lojîstîkê.

Di Mijdara 2015'an de Tirkiyê balafireke şer a Rûsyayê li sînorê Hatay û Idlibê xist xwarê. Bi xistina vê balafirê re, ji wê rojê de îşaretên agahiyên îro dan.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan wê demê got "Çi karê Rûsyayê li wir heye?" û bertekên xwe yên li dijî Rûsyayê anîn ziman. Lê demeke kin piştre ji serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re nameya lêborînê şand. Piştre jî dest bi civînên li Astanayê kirin.

Pûtîn, di pêvajoyên piştî Astana û Soçiyê de, aloziya di navbera Tirkiye, Erebistana Siûdî û Qeterê yên ku îtîfaqên herî mezin ên komên çekdar ên li Sûriyê, zêde kir.

Idlib, bajarê ku piştî dawiya sala 2016'an hevdîtinên li Astana û Soçiyê di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de bi pêş ketin, bû cihê ku komên çete lê li hev kom bûne.

Li bajarên Sûriyê yên Heleb, Dera, Guta, Hema û Humusê komên li dijî rejîmê ku ewil hatin tasfiyekirin û piştre hatin tahliyekirin; hatin li Idlibê kom bûn.

Piştî pêvajoya Astanayê, gelek komên çekdar ên ji Heleb, Deraa, Humus, Hema, Dera, Quneytra û gelek herêmên Sûriyê hatin, ji aliyê Rûsyayê ve û bi destê Tirkiyê yek bi yek hatin tasfiyekirin.  Ev komên hatin tasfiyekirin, piştre li otobusên şîn bar kirin û anîn li bajarê Idlibê yê li sînorê Tirkiyê ye bi cih kirin.

Tirkiye, piştî bicihkirina çeteyan a li Idlibê, li hemberî Helebê Bab, li hemberî Guta ya Rojhilat jî dagirkirina Efrînê ji Rûsyayê xwest û bi Rûsyayê da qebûlkirin.

Di hevdîtinên Astanayê yên Tîrmeha 2017'an de Rûsya, Îran û Tirkiyê biryar da û li 4 herêmên Sûriyê qadên “bêşer” îlan kirin.

Ev herêm Dera-Quneytra, Rojhilatê Guta, Humus û Idlib bûn.

 Komên li Guta ya Rojhilat, li hemberî dagirkirina Efrînê û komên li Dera û Quneytra yên li başûrê Sûriyê ne jî li ser peymana DYA, Rûsya û Urdunê û bi garantiya Îranê dê xwe ji sînor vekişîne, hatin tasfiyekirin.

 

Li pey wê, Idblib a ku Tirkiyê di çarçoveya herêma bêşer de 12 quleyên ewlehiyê lê ava kirin, ma. Nuqteyên çavdêriyê yên ku Tirkiyê li Idlibê ava kirine, wiha ne; Salwa, Çiyayê Simon, Çiyayê Aqil, Çiyayê Anak, Raşidin, El-Eys, Til Tuqan, Surman, Morek, Meydan Xezal, Çiyayê Îştabraq û Çiyayê Tirkmen.

Di encama hevdîtina 12'ê Cotmeha 2017'an a rêzecivînên Astana yên ku di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de pêk hatin de, dewleta Tirk soz da Rûsyayê ku komên çekdar ên li Idlibê bi navê komên "radîkal" û komên "nerm" bike du parçe û yên radîkal derxe derveyî sînor.

Başe li Idlibê kî û kîjan kom hene?

*Li Idlibê di nava komên çekdar ên sereke de El-Nusra heye. El-Nusra milê El-Qaîde yê li Sûriyê ye. El-Nusra ji bo ku ji lîsteya "rêxistina terorê" ya Neteweyên Yekbûyî (NY) derkeve, bê navber navê xwe diguherîne. An jî îttifaqên cuda ava dike. Lê heta niha bi ser neketiye.

Di sala 2015'an de El-Nusra, bi hin komên çekdar re li hev kom bû û Eniya Fetih a Şamê ava kir.  Piştre bi komên cuda re hat cem hev û navê xwe kir Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ).

Niha di bin banê HTŞ'ê de  komên Ceyşul Sunne, Cundul Aksa, Liwa El-Heq, Ceyşul Ehrar û Ensar El-Dîn û bi dehan komên biçûk ên cuda hene. Ev blok di nava xwe de ji du milan pêk tê.

Milê ewil, di her şert û mercî de El-Qaîde û rêberê wê Eymen Zewahirî diparêze. Ji komên radîkal pêk tên. Milê duyemîn jî di xeta serokê El-Nusra Muhammed Colanî de ne.

*Di bloka duyemîn de jî komên piştre ji Heyet Tehrîr El-Şam qut bûn û bi alîkariya Tirkiyê bi Ehrar El-Şamê re ketin îtîfaqê, hene.

Piştî gelek komên mezin û biçûk tev li vê komê bûn, di Sibata 2018’an de bi navê Eniya Nîjadî ya Sûriyê bloka duyemîn ava kirin.  Gelek komên di vê blokê de di nava Mertalê Firatê de cihê xwe girt.

* Li aliyê din komên ku di nava her du blokan de cih nagirin û bi piranî ji Îxwan El-Muslimîn (Birayên Misilman) pêk tên, cuda disekinin.

Komên wekî Feyleq El-Şam, Ceyşul Idlib, Ceyşul Nuxbe, Ceyş El-Nasır, di Gulana 2018’an de bi navê ‘Eniya Rizgariya Neteweyî’ komek ava kir.

Gelek ji van koman hem tev li ‘Mertalê Firatê’ bûne û hem jî tev li dagirkirina Efrînê bûne.

- Komên ji komarên tirkî hatine.

- Komên ku ji Çeçenistan û Daxistanê yên Qafqasyayê hatine, ji komên Ecnad Qafqas, Ensar Tevhîd û Ketibeyî Îmam Buharî pêk tên.

 

Piştî rejîma Sûriyê di nava salê de li dijî Idlibê sînyala operasyonê da, di 1'ê Tebaxa 2019’an de komên ‘Eniya Neteweyî ya Sûriyê’ û ‘Eniya Rizgariya Neteweyî’ di bin navê ‘Eniya Rizgariya Neteweyî’ de bûn yek.

Rejîma Sûriyê di 5'ê Tebaxê de bi hevkariya Rûsyayê ya hewayî ket nava tevgerê, piştî şerê ku du hefteyan berdewam kir, navçeya Xan Şêxûn a Idlibê bi dest xistin. Pişti vê yekê nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk ên li Morekê xistin çembera rejîmê.

Tirkiye jî, li gorî teahuda li Astanayê dabû, rol da ser xwe ku komên ku eslê wan El-Qaîde ne, wan "nerm" bike û kostumekî nû li wan bike.

Tirkiyê her çend dem bi dem gavên xapînok avêtin jî, hat dîtin ku tu encam negirt û bi ser neket.

Pûtîn û Erdogan di 17'ê Îlona 2018'an de li Soçiyê mutabaqata ji 10 xalan pêk tê, îmze kir. Li gorî vê mutabaqatê biryar dan ku "Li dora Idlibê xeta bêşer a ji 15-20 kîlometreyan pêk tê, bê avakirin. Rêyên bazirganiyê yên M4 û M5 bên vekirin û komên çekdar ji hev bên cudakirin. Ev di heman demê de peymana agirbestê bû.

Di rojên dawîn ên Kanûna 2018'an de El-Nusra ket nava tevgerê û ji sedî 90'ê Idlibê bi dest xist.  Komên çete yên din û Nûreddîn Zenkî tasfiye kirin.

Piştî serê sala 2019'an rejîma Sûriye li Başûrê Idlibê û Bakurê Hemayê hin herêm bi dest xistin. Di Gulanê de dest bi operasyoneke berfireh kirin. Gelek herêmên din bi dest xistin.

Rejîma Sûriyê di Tebaxê de navçeya Xan Şêxûn bi dest xist. Rejîma Sûriyê û Rûsyayê piştî Cotmehê dîsa dest bi operasyonan kir.

Erdogan û Pûtîn piştî Tirkiyê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, di 22'yê Cotmehê de hevdîtin kirin. Li aliyê din Beşar Esad çû Idlibê û leşkerên xwe yên di operasyonê de ziyaret kirin. Bi vê yekê ji nû ve starta operasyonê da.

 

Artêşa Sûriyê di 24'ê Cotmehê de bi hevkariya Rûsyayê ya hewayî û bejahî re ket nava tevgerê. Vê carê navçeya Maret Nûman bi dest xist.

Ji bo rêya di navbera Heleb-Lazqiye-Şam (M5) de bikeve destê rejîma Sûriyê, bidestxistina bajarên Maret Nûman, Serakib û Cisr El-Şuxur xwedî stratejiyeke muhîm in.

Rejîma Sûriyê û Rûsya heta niha ji operasyona giştî ya li dijî Idlibê xwe dûr xistin.

Li şûna tevahiya Idlibê kontrol bikin, rêbaza parçe parçe bi dest bixin, tercîh kirin.

Operasyoneke berfireh dê bêtir rê li pêş penaberan veke û Tirkiye dê deriyê xwe li wan veke û vê yekê li hemberî welatên Ewropayê bike gef. Ev dibe ku rê li mudaxeleya NATO’yê û êrişên hewayî veke.

Li Idlibê ku Almanya, Îngilistan, Fransa û DYA ji nêzîk ve wê dişopînin, li gorî îdiayên Tirkiyê û komên çete 3 milyon kes li vir dijîn. Lê saziyên serbixwe diyar dikin ku milyonek û 2 hezar kes li vir dijîn.

Piştî Sûriye û Rûsya di rojên dawîn de dest bi operasyonê kir, bi deh hezaran kesan berê xwe da sînorê Tirkiyê.

Nuqteya çavdêriyê ya Surmanê ket dorpêça rejîmê.

Li aliyê din li dijî operasyonên rejîma Sûriyê û Rûsyayê, komên çekdar HTŞ û Artêşa Neteweyî ya Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê bi hev re tev digerin.

Li gorî peymanê komên ku Tirk piştgiriyê didin wan, ji 2'yemîn û 3'yemîn tumenê nêzî hezar kesan arasteyî başûr û rojavayê Idlibê kirin.

 

Di rojên dawîn de komên girêdayî Tirkiyê arasteyî Libyayê dikin û ev yek balê dikişîne.

Rûsya û Tirkiye li Libyayê di eniyên cuda de cih digirin.  Rûsya, li Libyayê general Hefter diparêze. Tirkiye jî Îxwan El-Muslîmin anku El-Sîrac diparêze.

Erdogan û Pûtîn dê di 8-9'ê Çileyê de li ser Idlib û Libyayê dîsa bên cem hev. Ji Tebaxa 2016'an heta niha 24 caran rû bi rû û 45 caran jî bi telefonê bi giştî 69 caran hevdîtin kirin.

Tê payin ku dîsa li ser Libya û Idlibê bazarê bikin.