Mijarên rojnameyên erebî – 3 Çile

Rojnameyên erebî vê sibehê bal kişand ser erêkirina Şamê ya pêşkêşkirina peymanên nû ya şîrketên Rûsyayê ya vekolîna li ser petrol û gazê. Her wiha jî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê diyar kir ku serok Trump fermana kuştina fermandarê Feyleq El-Quds Suleyman Qasimî daye. Li aliyekî din jî Erdogan çeteyan dişîne Lîbyayê.

Mijarên rojnameyên erebî – 3 Çile
3 ÇILE, 2020   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa derbeyên Amerîkayê li dijî fermandarên Heşd El-Şebî, metirsiya erebî û navdewletî piştî destûrdayîna parlamentoya Tirkiyê ya destwerdana Lîbyayê li gel hişyariya opozîsyona Tirkiyê ya têwerbûna çiraveke nû kir.

ŞERQ EL-EWSET: RÛSYA Û ÎRAN "PETROLA AMERÎKAYÊ" LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DABEŞ DIKIN

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Şamê li ser pêşkêşkirina peymana nû ya vekolîna şîrketên Rûsyayê û yên dîtir bi piştevaniya Îranê li ser petrol û gazê û pêşketina torên veguhastina stratejîk ji rojavayê Iraqê û ber bi rojavayê Sûriyê ve li ser Deryaya Spî erê kir. Şerq El-Ewset belgeyên di navbera Wezareta Petrolê û şîrketa Mihemed Bera Qatircî de ku hatine îmzekirin ku yek ji karsazên di lîsteya cezayên Amerîkayê de ye, eşkere kirin. Her wiha plana avakirina parzûngeha taybet a petrolê bi enerjiya 120 hezar bermîl rojane li herêma nêzî “paytexta DAIŞ’ê" ber bi perava Tertûsê ya nêzî baregeha Rûsyayê, heye. Li aliyekî din jî pêşketina xetên veguhastina petrolê ya bilindkirina berhemê bi nêzî 520 hezar bermîl petrol rojane li gel efûkirina bacan ji her du şîrketan re jî tê kirin.

Bi rasthatina îmzekirina her du peymanan tevî dayîna hikumetê peymaneke din ji her du şîrketên Rûsyayê re, tê zanîn ku piranî bîrên petrolê û kargehên gazê di bin serweriya QSD’ê de ne ku Kaolîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya Washingtonê li rojhilatê Firatê piştevaniya wê dike.

EL-BEYAN: WEZARETA PARASTINÊ YA AMERÎKAYÊ PIŞTRAST KIR KU TRUMP FERMANA KUŞTINA SULEYMANÎ DAYE

Rojnameya El-Beyan behsa derbeyên Amerîkayê li dijî fermandarên Heşd El-Şebî kir û wiha nivîsî: "Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pantagon) piştrast kir ku vê sibehê balafirgeha Bexdayê ya navdewletî hat hedefgirtin û fermandarên Îranê, ji nav wan jî Qasim Suleymanî ku fermandarê Feyleq El-Qudis e û Ebû Mehdî El-Muhendis cîgirê serokê Heşd El-Şebî ne, hatine kuştin."

Pantagonê ragihand ku armanc ji derbeya Amerîkayê, qedexekirina planên Îranê di pêşerojê de ya êrişkirina li dijî Amerîkayê ye. Wezaretê diyar kir ku serok Trump fermana kuştina fermandarê Feyleq El-Quds Qasim Suleymanî daye.

Wezaretê destnîşan kir ku Suleymanî û Feyleq El-Quds, li pişt kuştina bi sedan amerîkî û hêzên koalîsyonê bûn û bal kişand ser ku Suleymanî plana êrişî li ser dîplomatên Amerîkayê yên li balyozxaneya Washingtonê ya li Bexdayê dikir. Her wiha Suleymanî berpirsê gelek kiryarên terorî ye.

Pantagonê îşaret pê kir ku artêşa Amerîkayê bergiriyên parastinê yên parastina welatiyên Amerîkayê yên li derveyî welat, bi rêya kuştina Qasim Suleymanî yê fermandarê Pasdarên Îranê, pêk anî û dê DYA bergiriyên parastina gel û berjewendiyên xwe li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, bidomîne.

Tê birbîrxistin ku operasyona leşkerî ya Amerîkayê vê berbangê bi bikaranîna balafiran pêk hat. Oparasyonê fermandar û endamên Heşd El-Şebî di dema derketina wan ji balafirgeha Bexdayê de hedef girtin. Ew jî li deriyê başûr ê derketina ji balafirgehê tevî şandeya Iraqê, pêk hat.

EL-EREB: ERDOGAN BI DIJBERIYA LI HEMBER OPOZÎSYONÊ HÊZÊN GIRÊDAYÎ XWE LI LÎBYAYÊ BELAV DIKE

Der barê destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û AKP’ê bi rêya derbaskirina qanûna destwerdana li Lîbyayê, li hember dengên opozîsyonê yên li parlamentoyê û derveyî wê sekinî. Her wiha opozîsyonê hişyar kir ku gelek îşaret hene ku dê Lîbya vegere çiraveke nû piştî çirava Sûriyê ku Enqere berpirsa wê ye."

Pêncşemê parlamentoya dewleta Tirk li ser projeya biryara hiştina şandina piştevaniya leşkerî ji Lîbyayê re da ku piştgiriya hikumeta El-Wîfaq û milîsên îslamî bike, erê kir. Ew jî bi dengdayîna 325 dengên erê li hember 184 dengên na pêk hat.

Tevî ku AKP û MHP’ê li ser qanûna derbaskirina piştevaniya leşkerî ji Lîbyayê re, bi ser ketin, lê partiyên opozîsyonê yên di parlamentoyê de li dijî vê projeyê sekinîn.

Opozîsyon li hember biryara Erdogan û berjewendiyên wî yên Osmanî bi fikar in ku dê şerekî dirêj rû bide.

ŞERQ EL-EWSET: FIKARÊN EREBÎ Û NAVNETEWEYÎ PIŞTÎ RÊDAYÎNA PARLAMENTOYA TIRKIYÊ YA DESTWERDANA LI LÎBYAYÊ

Der barê mijarê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Duh ji ber biryara parlamentoya Tirkiyê erêkirina şandina hêzên leşkerî ji bo destekdayîna hikumeta El-Wîfaq li Lîbyayê, bertekên bi hêrs li ser gelek astan çêbûn."

Li Washingtonê, rêveberiya Amerîkayê bang li aliyên derve yên aktîf kir ku şer li Lîbyayê gur nekin, piştî ku parlamentoya Tirkiyê şandina hêzan ji Lîbayayê re erê kir. Her wiha duh berpirsekî derve yê Amerîkayê ji televîzyona El-Hûra re got ku Washington hemû aliyên aktîf agahdar dike ku nakokiyan li wê dewletê dernexin.

El-EREB: HÊVIYÊN VEŞARTÎ YÊN VEGUHASTINA SIYASÎ YA PIŞTEVANIYA ETNÎK LI CEZAÎRÊ

Der barê pêşketinên li Cezaîrê de rojnameya El-Ereb wiha got: "Di xwepêşandan û dirûşmên tevgera gel de, fikrên radîkal ên xeternak ên wan kesan hatin eşkerekirin. Ji wan ne fermandarê artêşê ya jiyana xwe ji dest daye, Ehmed Qayid Salim, ne jî welatiyek normal û ne jî îmamê mizgeftê, ne jî heta Karîm Binzîma yê lîstikvanê tîma Real Madridê ya futbolê yê ji Cezaîrê, ji dirûşmên wan derbas nebûn."

Kesekî bi navê Semîr Drîdo yê karbes, dibêje ew neçar ma navê xwe li ser tora civakî ya Facebookê bigire, ji ber gotinên kesên radîkal li ser Facebookê, her wiha diyar kir ku ew nikare fêm bike çawa hin kes li ser wefata farmandarê artêşa Cezaîrê dîlanê digerînin.

Helwestên radîkal ne tenê li torên civakî ye, ew gihaşt malên xwedê, kesekî ku nimêj li mizgefta bajarokê El-Aşûr li paytexa Cezaîrê dike ji xîtabê hêrs bû, ji ber ku di destpêkê de rehmet li fermandarê artêşê kir û ew weke "mucahîdê mezin" bi nav kir wekî ku Wezareta Kar û Barên Oldaran ferman daye. Kesê ku nimêj dikir bi hêrs ji mizgeftê derket, her wiha kesên ku nimêj dikirin ku ew venegere û nerazîbûna xwe ji kesên ku fitneyan di navbera şêniyên welêt de derdixin re ragihandin."

(fr-jo)