Generalê Îranî Kasim Slêmanî hat kuştin

Generalê Îranî Fermandarê Hêza Qudsê Kasım Slêmanî di encama êrîşeke Amerîkayê li nêzî balefirgeha Bexdayê hate kuştin.

Generalê Îranî Kasim Slêmanî hat kuştin
3 ÇILE, 2020   04:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona dewletê ya Iraq’e ragihand ku generalê îranî yê bin av û deng û di heman deme serfermandarê hêza Qudsê Kasim Slêmanî di encama êrîşa Amerîkayê de li paytexta Iraq Bexda’yê hatiye kuştin.

Li gorî nûçeya televîzyonê di êrîşa ku bi fûzeya pêkhat de Kasim Slêmanî u cîgirê serokê haşdî şabî ebû mehdî el-muhendîs hatine kûştin.