Li Şêrawa çalakiya HRE’yê: 2 çete hatin kuştin, 3 çete birîndar bûn

HRE’yê eşkere kir ku duh hêzên wan li navçeya Şêrawa ya Efrînê li dijî çeteyên Firqet El-Hemzet çalakiyeke sabotajê li dar xist û di encamê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Li Şêrawa çalakiya HRE’yê: 2 çete hatin kuştin, 3 çete birîndar bûn
2 ÇILE, 2020   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakî û operasyonên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam dikin. HRE’yê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku duh hêzên wan li navçeya Şêrawa ya Efrînê li dijî çeteyên koma bi navê Firqet El-Hemzet çalakiyeke sabotajê li dar xistiye û di çalakiyê de 2 çete hatine kuştin, 3 çete jî birîndar bûne.

Berfirehiya daxuyaniya HRE’yê  wiha ye:

“Hêzên me, li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrînê çalakî û operasyonên xwe yên serkeftî bê navber didomînin.

Roja 1’ê Çileyê saet di 13:00’an de li gundê Basûtê yê bi ser navçeya Şêrawa ya Efrînê ve hêzên me bi çalakiyeke sabotajê, çeper û stargehên girêdayî koma bi navê Firqet El-Hemzet hedef girtin. Di encamê de 2 çeteyên koma navborî hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Her wiha tevgera balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker li ser navçeya Şera ya bi ser Efrînê ve berdewam dike. Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarixa û Kela Şewarixa bi obusan bi dijwarî topbaran kirin. Di encama topbaranê de ziyaneke madî gihîşt welatiyên li herêmê.”