Li Girê Spî binpêkirin û meşên redkirina dagirkerî û sûcên çeteyan

Li kantona Girê Spî û gundewarên wê nerazîbûna gel ji ber binpêkirin û kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dewam dikin. Her wiha çeteyan ajokarek kuşt piştî hewldanên dizîna erebeya wî û şênî jî derketin meşekê û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê red kirin.

Li Girê Spî binpêkirin û meşên redkirina dagirkerî û sûcên çeteyan
Li Girê Spî binpêkirin û meşên redkirina dagirkerî û sûcên çeteyan
2 ÇILE, 2020   10:11
 NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê ji bajarê Girê Spî û navçeya Silûkê re, jiyana şêniyan serobin bû. Piştî çend salan ji ewlehî û aştiya ku QSD`ê bi cih kirbû, her tişt hate guhertin û azar zêde bûn. Çeteyên dagirkeriya Tirk ji dema dagirkirina herêmê ve kiryaran kirêt li ser kesên ku di malên xwe de man pêk tînin; diziyê dikin, talan dikin û sivîlan direvînin.

Ji ber vê yekê şêniyan beramberî kiryar û binpêkirinan bertek nîşan dan. Şêniyên navçeya Silûkê bi meşekê nerazîbûna xwe ji dagirkeriyê re nîşan da û daxwaza derxistina dagirker û çeteyan û vegera QSD`ê li herêmê kir. Her wiha şêniyên bajarokê El-Elî Baciliyê bi rêyeke din nerazîbûna xwe nîşan da, şêniyan gotinên redkirina dagirkeriyê li ser dîwaran nivîsandin mîna "Bikeve Erdogan", her wiha bi dehan sivîlan kevir û pêlavên kevn li panzêrên Tirkan li nêzî gund reşandin û li leşkerên dagirkeriya Tirk xistin û ew ji gund derxistin.

Li aliyekî din jî şênî dibêjin ku çeteyan bi gorên şehîdan ên li Goristana Şehîd Mehmûd Temê ya li gundê Tenhozê li gundewarê rojavayê Girê Spî list. Hin çavkaniyên li hundirê bajêr got dagirkeran goristan rûxandin û nehişt sivîl nêzî wê bibin û gund veguherandin nuqteyeke leşkerî piştî ku şêniyên wê jê derxistin, malên şêniyan kirin nuqteyên leşkerî û çavdêriyê, her wiha malên din jî kirin zindan ji zarokên ku bi tawana ew endamên QSD`ê ne û revandin, tevî ku temenê wan di navbera 8 heta 15 saliyê de ye. Çavkaniyan tekez kir ku zarokên di zindanan de rastî lêdan û îşkenceyê tên.

Her wiha çeteyên Tirkiyê ciwanekî bi navê Imar Hecî kuşt, ew ciwan ji eşîra El-Meşhûr El-Erebiyê li Girê Spî bû ku xwediyê erebeyeke kirê ye. Çavkaniyên ji bajêr diyar kir ku komeke çeteyan ji ciwanê bi navê Imar xwestin wan bigihîne cihekî li rojavayê bajarê Girê Spî û li wir hewl dan erebeya wî jê desteser bikin, ciwanê bi navê Imar jî nehişt ku erebeya wî desteser bikin, ji ber vê yekê çeteyan guleyek avêtin serî wî û ew kuştin.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku şêniyên Girê Spî û eşîra Imar duh derketin meşekê û li derdora çerxerêya El-Elem kom bûn, gule avêtin û daxwaza darizandina çeteyan kirin.

(jo)

ANHA