Bi hevkariya şêniyan li Dêrazorê mayinek hate bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi alîkariya şêniyan li bajarokê Cedîd Ekîdat ê girêdayî Dêrazorê mayineke ku ji bo teqandinê hatibû amadekirin, bê bandor kir.

Bi hevkariya şêniyan li Dêrazorê mayinek hate bêbandorkirin
2 ÇILE, 2020   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN


Piştî agahdariya sivîleke li bajarokê Cedîd Egîdat, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Dêrazorê, ku mayineke çandî li kêleka rêya li bajarokê hatiye dîtin, hêzên ewlehiyê û tîmên endezyariyê yekser çûn cihê bûyerê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo aştiya welatiyan tevgera çûn û hatinê birî, piştî lêkolînên pisporên teqînan hate dîtin ku mayin ji bo teqandinê hatiye amadekirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku mayîn nêzî 20 kg ji madeya TNT ye û bêyî tu ziraran hate bêbandorkirin. Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku mayin veguhastin cihekî taybet da ku bê bandor bikin.

(jo)

ANHA