Birayê Imar Hecî: Em birayê xwe oxir nakin heta ku welatê xwe ji van qirêjan paqij nekin

Birayê Imar Hecî ku li ser destê çeteyan li Girê Spî hate kuştin, Mistefa Hecî got ku birayê wî li ser destê qirêjiya civakê hate kuştin û ew birayê xwe venaşêrin heta ku bajarê xwe ji vê qirêjiyê paqij nekin.

Birayê Imar Hecî: Em birayê xwe oxir nakin heta ku welatê xwe ji van qirêjan paqij nekin
2 ÇILE, 2020   11:49
GIRÊ SPÎ

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker duh welatiyê bi navê Imar Hecî kuştin ji ber ku erebeya xwe neda çeteyên ku xwestin bi zorê erebeya wî desteser bikin.

Di dîmenekê ku Mistefa Hecî belav kir û gelek malperan behsa wê kirin, tê de cenazeyê birayê wî Imar Hecî tê xuyakirin û wiha dibêje: "Qirêjiya civakê birayê min kuştin, ew qirêjiya navneteweyî ye, bixwedê dê birayê min neyê oxirkirin heta ku ev bajêr ji qirêjiyê bê paqijkirin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku sedan şêniyên Girê Spî îro derketin meşekê û daxwaza derxistina çeteyan kirin.

(jo)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ana0ckXFwEY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>