Li kampa Holê jinek û hevjînê wê hatin kuştin

Hêzên ewlehiyê li kampa Holê cenazeyên jinekê û hevjînê wê ku bi alaveke tûj hatibûn kuştin, dîtin.

Li kampa Holê jinek û hevjînê wê hatin kuştin
2 ÇILE, 2020   13:03
HESEKÊ

Rêveberiya hêzên ewlehiyê ya kampa Holê ragihand ku îro sibehê hêzên ewlehiyê her du cenaze dîtin û bûyera kuştinê duh pêk hatiye.

Kuştin li kampa herî xeternak a cîhanê kampa Holê zêde dibe, piştî ku piraniya kesên li kampê dimînin, fikrên çeteyên DAIŞ`ê red kirin, bi taybet piştî ku jinên çeteyên DAIŞ`ê bi rengê koman xwe bi rêxistin dikin, jin dewl didin fikrên DAIŞ`ê xurt dikin û bi rêya çalakiyên perwerdeya bîrdozî wê ji nû ve vejînin. Her wiha jinên ku vav fikran red dikin, wan dikujin.

Jin bi navê Zehra Ehmed (20) û hevserê wê Osman Reşîd (32) yên kuştî, ji welatiyên Iraqê ne.

Hêzên ewlehiyê li kampê dest bi lêpirsînan kir, da ku sûcê kuştinê eşkere bikin. Hêzê diyar kir ku kuştina wan dişibe rêbazên jinên DAIŞ`ê, bi taybet kesên ku naxwazin tev li wan bibin.

Li kampa Holê rewşên mîna vê yekê her tim dubare dibin, lê piştî êrişa dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn.

(jo)

ANHA