Leşkerên Tirk li Kobanê bombeyên gazê avêtin xwepêşandêran

Di dewriyeya hevbeş a li gel polîsên leşkerî yên Rûsyayê de, leşkerên Tirk bombeyên gaze avêtin sivîlên ku li dijî artêşa Tirk xwepêşandan li dar dixist.

Leşkerên Tirk li Kobanê bombeyên gazê avêtin xwepêşandêran
2 ÇILE, 2020   10:54
KOBANÊ

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê îro sibehê dewriyeya hevbeş bi hêzên dagirkeriya dewleta Tirk re li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê li rojavayê bajarê Kobanê gerand.

Şêniyên gundê sînor li pêşiya panzêrên Tirkiyê derketin û ew dan ber keviran, ji ber nerazîbûna xwe ji derbasbûna li xaka Sûriyê.

Li gundê Xorxorê yê 17 km li rojavayê bajarê Kobanê, leşkerên Tirk gaz avêtin sivîlan. Leşkerên Tirk hewl da sivîlan ji hev belav bikin, lê sivîlan xwepêşandana xwe dewam kir û kevir li panzêran reşandin.

Di 12`ê Mijdarê de jî leşkerên Tirk xwepêşandêr kirin hedef, ji ber derbasbûna hêzên Tirkiyê di çarçoveya dewriyeya hevbeş li xaka kantona Kobanê de ku di encama wê de 4 sivîlên ji Kobanê birîndar bûn.

Her wiha di 8`ê Mijdarê de ciwanê bi navê Serxwebûn Elî li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê li bakurê navçeya Girkê Legê ku panzêrên Tirkiyê pê lê kir û şehîd bû.

(jo)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-nC8F_YcFqQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>