Li Kobanê gel careke din li dijî dewriyeya hevbeş derket

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê bi artêşa Tirk a dagirker re li rojavayê bajarê Kobanê li ser sînor dest bi dewriyeya hevbeş kir. Gel jî li hemberî derbasbûna artêşa Tirk a dagirker li ser axa Sûriyê derket û derbasbûna wan red kir.

Li Kobanê gel careke din li dijî dewriyeya hevbeş derket
2 ÇILE, 2020   08:32
KOBANÊ

.Îro dewriyeya hevbeş ji gundê Aşmê yê rojavayê bajarê Kobanê dest pê kir

Tê payîn ku dewriye li gundên Çariqliya Jorîn, Cibnê, Beyadî, Zormixar, Qeran, Dîkmedaş, Sêlim, Boban, Sifteka Jêrîn û heta benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên nêzî radyoya li rojavayê Kobanê bigere.

Şêniyên gundê Çariqlî li hemberî derbasbûna panzêrên artêşa Tirk derketin û kevir li wan reşandin û derbasbûna hêzên dagirker di nava axa Sûriyê de red kir.

Tê payîn ku piştî dewriye xilas bibe, di heman gundên navborî re dewriye vegere û di gundê Aşmê re panzêrên artêşa dagirker derbasî Tirkiyê bibin.

(kc)

ANHA