‘Cîhanê bi dengê fîşekên hewayî, me bi dengê obusan sersal pêşwazî kir’

Şêniyên gundê Um El-Xêr ê navçeya Til Temirê got “Gelê cîhanê sersal bi fetaşa pîroz kir. Lê li ser me obus û guleyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê diteqiyan. Em bang dikin ku êdî bila cîhan van êrişên hovane yên li ser gelê me bibîne.”

‘Cîhanê bi dengê fîşekên hewayî, me bi dengê obusan sersal pêşwazî kir’
‘Cîhanê bi dengê fîşekên hewayî, me bi dengê obusan sersal pêşwazî kir’
‘Cîhanê bi dengê fîşekên hewayî, me bi dengê obusan sersal pêşwazî kir’
2 ÇILE, 2020   08:18
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Til Temirê berdewam dikin. Beriya çend rojan dewleta Tirk a dagirker şêniyên gundê Um El-Xêr ku 7 km li rojavayê Til Temir e, kirin hedef û gund topbaran kir. Şêniyên gund li dijî wan êrişên hovana helwestên xwe diyar kirin û got ji ber êrişan êdî bi rihetî nikarin rakevin û divê cîhan êdî hedefgirtina sivîlan bibîne.

Omar Samir ku ev 50 sal e li gundê Um El-Xêr dijî, di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li gund bû. Samir got: “Dagirker sivîlan bi zanebûn hedef digirin. Beriya çend rojan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê me bi dijwarî topbaran kir. Em gelekî ditirsin ku nizanin wê kîjan deqê obusên wan li me bikevin. Baş dizanin ku sivîl li vî gundî hene û bi zanebûn me dikin hedef. Tevgera me di hundirê gund de eşkere ye. Jiyana me di xetereyê de ye. Cîhanê sersala xwe bi fetaşan (fîşekên hewayî) pêşwazî kir, me jî bi dengê obus û guleyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêşwazî kir. Em bi rehetî nikarin di hundirê mala xwe de rakevin.  Cîhan dengê me nabihîze, em li vir tên hedefgirtin, ne xema wan e. Lê bila bizanin ku em axa xwe radestî dagirkeran nakin.”

‘MIN ERDÊ XWE ANÎ BER MALA XWE!’

Xeyriya Ehmed jî anî ziman ku ji ber êrişan erdê wan bê xwedî maye. Lê Xeyriya li baxçê mala xwe ya biçûk silk, reşad, bexdenûs û hwd diçîne. Xeyriya ji êrişan û bêxwedîmayîna erdê xwe dibêje: “Di êrişan de em li ser zarokên xwe ditirsiyan. Di êrişan de em çend saetan derveyî gund sekinîn heya ku topbaran sekinî. Ax, welat û mala me ev der e. Derveyî axa xwe em herin ku derê? Erdê me nêzî çeteyan e û nahêlin em biçînin. Her em diçin ber erdê xwe guleyan direşînin. Em nikarin nêzî erd bibin, traktorên me jî tên hedefgirtin. 80 donim erdê me bê xwedî maye. Ji ber wê jî min li baxçê mala xwe erd çêkiriye û min erdê xwe anî mala xwe. Berê her tişt ji me re dihat lê ji ber êrişên hovanê pêdiviyên jiyanî jî em nikarin peyda bikin. Xwedê ji wan re nehêle. Em dixwazin êdî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bi dawî bibe. Em jiyana xwe ya berê dixwazin. Zarokên me ji xwendinê bê par mane, erdê me ji çandinê yê bê par maye. Sedema wan jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ne.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ct1OM7D2NJA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>