Kar û xebata Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Reqayê

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê şaxê Reqayê domdar hewldana pêşxistina proseya xwedinê dike.

Kar û xebata Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Reqayê
Kar û xebata Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Reqayê
Kar û xebata Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Reqayê
Kar û xebata Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Reqayê
2 ÇILE, 2020   08:05
REQA-HEMED MISTEFA

Di encama kar û xebata Komîteya Perwerde û Fêrkirinê şaxê Reqayê, anku komîteya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê proseya perwerdê vegeriya wekî berî 7 salan.

 Komîteya Perwerde û Fêrkirinê girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ye û di li navçeya Eyn Îsayê Nîsana 2017`an hate avakirin, anku piştî QSD`ê bajar ji çeteyan rizgar kirin.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê destpêka kar û xebatê bal kişandin ser avakirina kadroyên perwerdê û karîn bibin bersiv.

Paşê ji ber çeteyan dibistan wêrankiribûn, komîteyê dibistan sererast kirin, pirtûk peyda kirin û li ser esasê perwerdeya azad û demokratîk xwendekar perwerde kirin.

Tê zanîn ku Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ji buroyên, darayî, erşîf, depoya giştî, buroya qanûnî, çapemeniyê, rêveberiya dibistanên giştî, perwerdeya taybet, jin, tenduristîya dibstanê û şêwirmendiya perwerdeyê.

Paşê 6 buroyên din hatin vekirin, ew jî ev in, buroya perwerdeyê ya bajêr, buroya perwerdê ya Qehtaniyê ya rojavayê bejahiyê, buroya perwerdê ya Keramê ya rojhilatê bejahiyê, buroya perwerdê ya El-Kesrat a başûrê bejahiyê, buroya perwerdê ya Hezîma ya rojavayê bakur û buroya perwerdê ya Galda ya rojhilatî bakur.

 Tê zanîn ku li taxên bajêr û naveyên wê hem koçber û hem jî penaber hene, ji ber vê yekê komîteyên 398 dibistan ji xwendekaran re vekirin û 2 danan dewam dikin, di encamê de hejmara xwendekaran gihaştiye 116 hezar û 298 xwendekarî.

KAR Û XEBATA KOMÎTEYÊ YA 2019`AN

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê bi armanca pêşxistina perwerdeyê gelek kar û xebat dan meşandin, 60 dibistan vekirin, 3 dibstanên nû vekirin ew jî, Hisên Cahid, Miêzîliyê û Nehda El-Xerbiyê, hejmara mamosteyan zêde kirin, dewreyên perwerdehiyê vekirin û rêbazên perwerdekirinê pêşxistin.

Li ser vî esasî hejmara mamosteyan gihaşt hezar û 614 mamoste û li 15 dibistanan perwerdeya xwe derbas kirin, paşê hezar û 23 mamoste bi ser ketin.

BUROYA PERWERDEYA TEYBET

Erka vê buroyê, şopandina kar û xebata peymangeha li Reqa û bejhaiya wê ye.Tê zanîn li bajêr û bejahiya wê 21 peymangehên ruxsetkirî hene û li gorî rêziknameya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê tev digerin. Ji ber vê yekê dema çend peymangeh ne li gorî şert û mecên rêziknameyê tev geriyan hatin giritin.

ZOR Û ZEHMETIYÊN KOMÎTE PÊ RE RÛ BI RÛ MAN

Tevî zor û zehmetiyên komîteyê kişandin lê belê bi pêştgiriya Meclisa Sivîl astengiyên derktin pêşberî xwe derbas kirin.

Astengiyên komîteyên kişandin hem pirtûk têra xwedekaran nekirin, hem jî li taxên dibistan hatibûn wêrankirin mal kirin dibistan, alavên perwerdê kêm bûn û belavbûna peymangehên taybet ku xwendekar di dema dewamê dibistanê de diçûnê.

Rêvebera dibistanê Emel Elî ji ajansa me re wiha got: “Rola dikeve ser milê komîteya perwerdê ya Reqayê vegera xwendekaran û bi rastî jî ev yek pêk anîn û piştî rizgarkirina bajêr roleke sereke lîstin. Tevî kêmasiyên heyî lê me karî proseya xwendinê li tevahiya bajêr û bejahiya wê pêş bixînin, mamosteyan erkdar bikin û rêxistina xwe misoger bikin.”

Emel Elî bal kişand ser kêmbûna hejmara dibistanan ku ji ber wê dewamê dibistanê bûye 2 dan.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IaxsIO5pWec" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>