​​​​​​​Çete şêniyan ji Girê Spî ji cihê wan diqewitînin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker  îro derdora 20 şêniyan ku piraniya wan zarok in ji gundên gundewarê navçeya Silûkê ya kantona Girê Spî qewitandin. Ji aliyekî din ve balafirên keşfê li asîmana gundên Eyn Îsayê difirin.

​​​​​​​Çete şêniyan ji Girê Spî ji cihê wan diqewitînin
1 ÇILE, 2020   19:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ji ajansa me re ragihandin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker ser gundên Zêdî û Salhiye de girtin. Her du gund bi 30 km li bakurê bajarokê Silûkê li gundewarê kantona Girê Spî ne. Çeteyan ser malên şêniyan de girtin û derdora 20 sivîlan ku piraniya wan zarok in girtin. 

Çavkaniyê teqez kir ku çeteyan şênî ji her du gundan qewitandin. Tê bibîrxistin ku şêniyên her du gundan ji pêkhateya Ereb in.

Ji aliyekî din ve vê êvarê balafirên keşfê yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li asîman gundê Hoşan li gundewarê Eyn Îsayê difirin.

(şx)

ANHA