​​​​​​​Xebatên Şaredariya Gel a Reqayê yên salekê

Şaredariya Gel a Reqayê ji destpêka avabûna bajêr ve bi armanca jinûveavakirina Reqayê hewl dide rewşa xizmetguzarî ya herêmê bi rêya planên ku amade dike pêş bixe.

​​​​​​​Xebatên Şaredariya Gel a Reqayê yên salekê
​​​​​​​Xebatên Şaredariya Gel a Reqayê yên salekê
​​​​​​​Xebatên Şaredariya Gel a Reqayê yên salekê
​​​​​​​Xebatên Şaredariya Gel a Reqayê yên salekê
​​​​​​​Xebatên Şaredariya Gel a Reqayê yên salekê
​​​​​​​Xebatên Şaredariya Gel a Reqayê yên salekê
​​​​​​​Xebatên Şaredariya Gel a Reqayê yên salekê
2 ÇILE, 2020   05:36
REQA-EMMAR EL-XELEF

Du sal li ser rizgarkirina bajarê Reqayê derbas bûne. Ji bo jinûveavakirina bajêr Şaredariya Gel a bajarê Reqayê ji destpêka avabûnê ve hewl dide projeyan û planan pêk bîne.

Di sala 2019`an de şaredariyê hewl da gelek projeyan pêk bîne jib o ku warê xizmetguzarî ji şêniyan re pêş bixe.

Ji wan projeyan, projeya rakirina enqazan, vekirina tevahiya rêyên giştî û şaxî, gihandina avê û kehrebeyê ji tevahiya malan re re tevî seresertkirina piran ên di navbera bajêr û gundewar de.

JI GIRÎNGTIRÎN XEBATÊN XIZMETGUZARÎ YÊN ŞAREDARIYA GEL

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê dabeşî hejmarek komîte û gerînendeyên xizmetguzarî dibe. Ew jî wiha ne: Komîteya Paqijî, Komîteya Zabite û Zamhêrê, Komîteya Hawîrdor û Parkan, Komîteya Tenduristiyê, Komîteya avê, Komîteya Ragihandinê, Gerînendeya Kanalîzasyonê û Gerînendeya Ronîkirinê ya Giştî.

Komîteya Paqijiyê piştî avabûnê bajarê Reqayê dabeşî 46 beşan kir jib o ku xebatên xwe bi hêsanî û bi lez bike.  Bi rêjeya zêdetirî ji sedî 86 ji rûbera bajêr paqij kiriye. Xebatên wê di taxên Pîşeyî, Sekene û Rimêle yên ku herî zêde zirar dîtine berdewam in.

Komîteya Hawîrdorê û Parkan 36 park sererast kirin. Dar, gul û kulîlkên nû tê de çandin. Ji wan parkan; Parka El-Reşîd, Parka El-Bustan, Parka El-Etfal(Zarokan), Parka El-Istiqlal(Serxwebûn), Parka El-Bêde û Parka Nexweşxaneya Watanî.

Girêdayî warên avê û kanalîzasyonê de, çeteyên DAIŞ`ê navend û toreyên her du waran wêran kiribûn. Çeteyan bi zanabûn di bin bajêr de bi sedan tonel kolandibûn. Di encamê de toreya avê û kanalîzasyonê xirabe bûn.

Şaredariyê karî bi rêjeya zêdetirî ji sedî 80 ji toreyan sererastkirin. Av gihand bi hezaran malên bajêr û gundewar. Xebatên wê jî heta niha di taxên El-Nehda û El-Tewsuiye berdewan in.

Buroya El-Zabita û Zemhêrê ya girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê, çavdêriya firinan kir ji aliyên kalîtebûna nan, rêgirtina li pêşiya lîstina bi biha û pîvanên nan. Di nav bajêr de 188 firin hene.

Her wiha şaredariyê çarxerêyên bajêr sererast û restore kirin. Jê çarxerêya El-Naîm, çarxerêya El-Saa û Qada Panorama li deriya têketina bajêr ji aliyê başûrê rojava ve.

DI PÊŞEROJÊ DE

Şaredariya Gel a Reqayê hewl dide jiyan û ronakiya bajêr mîna berê vegerîne. Warê xizmetguzarî pêş bixe û tevahiya hîmên jiyanê peyda bike.

Di hevdîtinekê de bi hevseroka Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed El-Ibrahîm re girêdayî xebatên ku şaredariyê ji destpêka rizgarkirina bajêr ve dane meşandin, got: "Bi vegera şêniyan re û piştî pêşxistina warê xizmetguzarî jiyan vegerî bajêr. Şaredariyê bi tevahiya kadroya xwe hewl dide tevahiya pirsgirêkan çareser bike. Astengiya derbas bike ji bo ku xuyanga bajêr a bingehîn vegerînin û bibe bajarek nimune. "

Şaredariyê xebatên xizmetguzarî didomîne heta ku binesaziya bajêr li gorî planên rêxistinkirina bajarên nûjen, bi temamî sererast bike.

(şx)

ANHA