Ji Papa nameya destpêka salê..Na ji tundiya li dijî jinan re

Îro Papa Francis "Papayê Vatican" bi nameyekê kiryarên li dijî jinan şermezar kir û got, divê kiryara destdirêjiya li dijî jinan were astengkirin.

Ji Papa nameya destpêka salê..Na ji tundiya li dijî jinan re
1 ÇILE, 2020   18:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Papa Vatican li Li Katedrala ya Romayê parastina mafên jinan kir û got, divê jiyanke baştir ji jinan û zarokên wan re misoger bibe, her wiha kesên tenê pêşxistina aborî de difikirin şermezar kir. Papa wiha axaftina xwe dewam kir, tundiyên li dijî jinan binpêkirina pîvanên xweda ye.

Papa wiha pirs kir, di çarçoveya reklam, qezenckirinê û mafdariyê de gelo çend caran bedana jinê dibe qurban? Lewma divê bedena jinan ji madeyê were rizgarkirin û rêz jê re were girtin.

Papa bal kişand ser koçberiyê û got, jinên ji bo xwedîkirina zarokên xwe diçin derveyî welat, divê werin xelatkirin ne ku nefret ji wan bikin.

Ji ber hin dayîk hene jiyana xwe ji zarokên xwe dikin gorî.

Çavkanî:Ajans

(eh)