Radio RFI ya fransî: 4 balafirên tijî çeteyên sûrî daketin balafirgeha Maaîtîqa ya lîbî

Radyoya fransî RFI li ser zimanê çavkaniyan ji balafirgeya Maaîtîqa ya lîbî ragihand ku hejmarek mezin ji çeteyên sû bi rêya rêwîtiyên hewayî yên ne belgekirî gihaştine Lîbyayê.

Radio RFI ya fransî: 4 balafirên tijî çeteyên sûrî daketin balafirgeha Maaîtîqa ya lîbî
1 ÇILE, 2020   15:42
NAVENA NÛÇEYAN

Radyoya fransî RFI got: "Agahiyên girêdayî gihaştina çeteyên sûrî yên ku Tirkiyê şande Lîbyayê li dû hev tên." Piştî ku hebûna wan li paytexta Trablusê bi vîdyoyekê hate belgekirin û hate belavkirin.

RFI ev tişt jî ragihandin: "Şirketa balafiran a lîbî Afriqiyah Airlines û şirketa Ajniha ya xwe xwediyê wê Ebdulhekîm Blihac li Tirkiyê dimîne, wan çeteyan ji Tirkiyê anîne Trablusê. Bi armanca ku alîkariya komên çekdar ên hikumeta Wîfaq bikin. "

Radyoyê destnîşan kir ku di rojên di navbera În û Yekşemê de 4 balafirên ku çeteyên sûrî ji Tirkiyê anîne daketin balafirgeha Maaîtîqa.

Hikumeta El-Serac hebûna çeteyên sûrî li ser axa Lîbyayê derewand. Her wiha teqez kirk u dîmenên têne belavkirin li bajarê Reqayê hatine kişand. Lê çalakvanan ji Lîbyayê ev îdia red kirin û wêneyên ku cihê hebûna çeteyên sûrî kişandine, belav kirin. Çalakvanan gotin herêm nêzî El-Tikbalî li herêma Selahdîn e. Bi 10 km ji navena paytextê Trablusê dûr e.

Ji aliyê xwe ve mudirê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di daxuyaniyek de ji RFI`yê re teqez kir ku 500 çeteyên sûrî bi rêya balafiran gihaştina Lîbyayê û hinek din jî li Tirkiyê ne li bendê ne ku Tirkiyê wan bişîne Terablusê.

(şx)