Şêniyên Hesekê: Divê rêxistinên mirovî alîkariya koçberan bikin, ne ku ya malbatên çeteyan

Şêniyên Hesekê bang li rêxistinên navneteweyî kir ku li şûna alîkariya malbatên çeteyên DAIŞ`ê bikin, alîkariya koçberên li kampa Waşokanî bikin.

Şêniyên Hesekê: Divê rêxistinên mirovî alîkariya koçberan bikin, ne ku ya malbatên çeteyan
1 ÇILE, 2020   07:55
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Ji ber êrişên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran şêniyên Serêkaniyê, Girê Spî yên dagirkirî û herêmên nêzî sînor koçber bûn, lewma niha li kampên Rêveberiya Xweser a Hesekê vekirine, dimînin û hejmara şêniyên li kampa Waşokanî dimînin 5 hezar û 700 koçber e.

Rêxistinên navdewletî alîkariya koçberên li kampa Waşokanî nakin û êdî wekî temaşevan li koçberan dinêrin.Tê zanîn ku rewşa koçberên li kampê dijwar e û kel û pelên di sermaya demsala zivistanê de bi kêrî wan werin, tune ne.

Piraniya rêxistinên navdewletî û mirovî li kampa Holê dimînin, li gel ku hejmara koçber û penaberên li kampê gihaştiye 67 hezar û 895`an û piraniya wan ji jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê ne.

Di vê derbarê de ajansa ANHA`yê hevdîtin bi şêniyên bajarê Hesekê re çêkirin.

Hisên Mihemed ji şêniyên taxa Nasiriyê ye, wiha anî ziman: “Zêdetirî 2 meh û nîvan çêbûye ku koçberên ji Serêkaniyê û herêmên nêzî sînor li kampê dimînin, êdî her kes dizane rewşa wan kambax e, lê tevî vê yekê jî rêxistinên mirovî alîkariya koçberan nekirine.”

Hisên Mihemed got piraniya rêxistinên mirovî li kampa Holê ne û alîkariya sivîlan nakin ku ev mijareke cidî ye.

Abdulhemîd Xalid ji şêniyên bajarê Hesekê ye, wiha dipirse: “Gelo çima rêxistinên navdewletî alîkariya kampa Holê ku bi hezaran jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê lê hene, nakin?”

Xalid bal kişand ser ku divê rêxistinên navdewletî alîkariya koçberan bikin, ne ku alîkariya malbatên çeteyên DAIŞ`ê bikin, berevajî vê divê ew werin cezakirin û got: “Hem zarokên me qetil kirin û koçber kirine.”

Welatiyê bi navê Yunis Ehemed got koçber li kampa Waşokanî dimînin, rewşa wan dijwar e û rêxistinên mirovî alîkariya wan nakin, ji ber vê yekê barê koçberan dikeve ser milê Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd.

Tevî ku hejmara koçberan zêde ye lê dîsa rêveberî li gorî derfetên xwe alîkariya koçberan dike.

Rêveberê kampa Waşokanî diyar kirk u mijara alîkariyê bi siyaseta ajandeyên derve girêdayî ye û ew jî rewşa mirovî paşguh dikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JWRNVcqbs_s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>