Li derdora konsolxaneya Amerîkayê ya Bexdayê gelek kes birîndar bûn

Çalakî li derdorê konsolxaneya Amerîkayê ya Bexdayê dewam dikin. Di demekê de ku serok Trump Îran hişyar kir û fermana şandina hejmareke din a leşkeran ji bo Iraqê da, gelek kes li derdora konsolxaneyê birîndar bûn.

Li derdora konsolxaneya Amerîkayê ya Bexdayê gelek kes birîndar bûn
1 ÇILE, 2020   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Kenala El-Sumeriye News li gorî çavkaniyekî ewlekariyê ragihand ku 6 kes li pêşiya konsolxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ji ber gazê birîndar bûne.

Çavkanî diyar kir ku xwepêşandêrên Iraqê îro li pêşiya konsolxaneya Amerîkayê teker şewitandin û hêzên Amerîkayê jî ji hundirê avahiyê bi bombeyên gazê bersiv da. Hate gotin ku di encamê de 6 xwepêşandêr birîndar bûne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh tekez kir ku ji ber êrişa li dijî konsolxaneya Amerîkayê ji aliyê alîgirên wê ve, Îran dê hesabekî mezin bide. Trump tekez kir ku ev ne hişyarî ye, lê belê gef e.

Trump demek berê jî Îran bi êrişên li dijî konsolxaneya Amerîkayê tawanbar kiribû û li ser hesabû xwe yê Twitterê wiha gotibû: "Îranê êrişa li dijî konsolxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê plan kir û dê berpirsyariya vê yekê rake". Her wiha bang li Iraqê kiribû ku "Ji bo parastina konsolxaneyê, hêza xwe bi kar bîne."

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê jî Mark Esper jî got ji bo bersivdayîna bûyerên dawî li Iraqê,  dê Pentagon derdora 750 leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn. Esper îro jî bi daxuyaniyekê wiha got: "Dê bi lez derdora 750 leşkerên Amerîkayê li herêmê werin belavkirin."

Esper her wiha ragihand ku hejmareke din ji hêzê amade ye ku di demên pêş de were belavkirin.

Zêdetirî 100 hêzên deryayî yên Amerîkayê roja sêşemê gihîştibûn konsolxaneya Amerîka li Bexdayê, ji bo parastina konsolxaneyê. Ev yek piştî hewldana alîgir û ketîbeyên Hizbullahê ya serdegirtina konsolxaneya Amerîkayê pêk hat.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî oxirkirina 25 endamên ketîbeyê ku di êrişên Amerîkayê de roja yekşemê li Iraq û Sûriyê hatibûn kuştin,  ketîbeyên Hizbullahê êrişî konsolxaneya Amerîkayê ya Bexdayê kir. Li gorî berpirsên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, êrişên asîmanî li Iraq û Sûriyê ji bo tolhildana karbesekî Amerîkî ku roja înê li Iraqê hate kuştin, pêk hat.

(cx)