Şêxên eşîrên ereban:Divê em ji hêzên ku dixwazin tevlîheviyan çêbikin, hişyar bin

Şêxên eşîrên ereban diyar kirin ku her kes şahidên kar û xebata QSD`ê ne, lewma divê em ji kesên hewldana derxistina nakokiyan hişyar bin.

Şêxên eşîrên ereban:Divê em ji hêzên ku dixwazin tevlîheviyan çêbikin, hişyar bin
31 kanûn, 2019   06:00
QAMIŞLO-ŞIHAB EHMED

Rûspiyên eşîrên ereban ên navçeya Til Hemîsê bang li eşîran kir  ku piştgiriya QSD`ê bikin, ji ber roleke sereke di misogeriya aramiya li heêrmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lîstin.

Şêxê eşîra Yesar a êla Tey a erebî Hisên Hemerên got, ku QSD`ê ewlehî û aramiya herêmê parast û gel  jî vê yekê dixwaze.

Hisên Hemerên diyar kir, ku geşedanên Sûriyê tê re derbas dibe, isbat kir ku tekane hêza parastina xakê dike QSD`ê ye û roleke sereke di parastina gel de lîst.

Hemrên bang li eşîrên ereban kirin ku ji aliyê ajandeyên derve û hundir ve hişyar bin. Hemrên bang li kesên hewla derxistina tevliheviya navbera pêkhateyên herêmê dikin, kir û got: “Êdî bes e gelên Sûriyê berdêl dane û kes li wan xwedî dernakeve.”

Di milekî din de rûpsiyê eşîra Ebu Asî Mihemed Salih got ku QSD ji pêkhateyên herêmê pêk hatiye, anku ji Kurd, Ereb û Suyaniyan û li dijî êrişkarên xaka Sûriyê nexasim artêşa Tirk sekinin û berdêl dan.Rûspî Mihemed Salih wiha got: “QSD`ê herêm ji terorîstan rizgar kir û destketiyên sivîlên parastina xakê ji artêşa Tirk kirin.”

Mihemed Mislih bal kişand ser girîngiya hişyarkirinê û got: “Gelek alî hewl didin tevliheviyê di navbera pêkhateyan de derbixînin. Di serî de artêşa Tirk hewldana têkbirina ewlehiya herêmê dike, li ser vî esas ez bang li gelên herêmê dikim ku hişyar bin û piştgiriya QSD`ê bikin. Parastina ewlehî û aramiya herêmê bikin.”

Gelek aliyên hem li derveyî welat û hem jî li hundir hewldana derxistina tevliheviyê dikin, mînaka vê yekê jî dema serokê Buroya Ewlekariya Neteweyî ya Sûriyê Elî Memlûkî di 5 Kanûnê de bi eşîrên ereban re civiya û got, zarokên xwe ji QSD`ê qut bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5jC4skG5ceE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>