MSD`ê panelek girêdayî girîngiya diyaloga sûrî-sûrî lidar xist

Beşdarên panela ku Meclisa Sûriya Demokratîk li Helebê pêwîstiya xurtkirina nasnameya neteweyî dûrî siyasetên dûrxistinê û girîngiya diyaloga sûrî-sûrî kirin.

MSD`ê panelek girêdayî girîngiya diyaloga sûrî-sûrî lidar xist
MSD`ê panelek girêdayî girîngiya diyaloga sûrî-sûrî lidar xist
MSD`ê panelek girêdayî girîngiya diyaloga sûrî-sûrî lidar xist
MSD`ê panelek girêdayî girîngiya diyaloga sûrî-sûrî lidar xist
28 kanûn, 2019   17:04
HELEB-TULÎN HESEN

Meclisa Sûriya Demokratîk panelek li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo goftukirina geşedanên siyasî yên dawîn û rêbazên xurtkirina diyaloga sûrî-sûrî li dar xist.

Nûnerên Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk li Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Partiya Komonîst a Sûriyê, Partiya Vejîn û Guhertinê, Partiya Demokratîk a Sûriyê, Partiya neteweyî ya Civakî ya Sûriyê, nûnerên saziyên sivîl, kesayetên siyasî yên serbixwe û rewşenbîrên parêzgeha Helebê tev li panelê bûn.

Panel bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. piştre cîgira seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyê ya Demokratîk Nûjîn Yusif axivî, behsa rewşên siyasî yên dawîn, armancên dewletên mudexeleya aloziya Sûriyê dikin û hewldanên parçekirina Sûriyê kir.

Nûjîn danûstanên di navbera Rêveberiya Xweser û Rejîma Sûriyê de bibîr xistin. Her wiha teqez kir ku Rejîm tu însiyatîf ji bo xurtkirina danûstandinan da ku bigihêjin çareseriyek sûrî-sûrî pêşkêş nekiriye. Nûjîn xeteriyên li ser Sûriyê ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û hewldanên parçekirina Srûiyê destnîşan kirin.

Piştre deriyê nîqaşê ji beşdaran re hate vekirin. Beşdaran li ser mijara ku hêzên navdewletî û herêmî hewl didin berjewendiyên xwe li Sûriyê pêk bînin, lihev kirin. Her wiha pêwîstiya hevgirtina gelê Sûriyê li dijî mudexeleya derve teqez kirin.

Beşdaran girîngiya van panelan ji bo ku bigihêjin nêrînên hevpar girêdayî pêşeroja Sûriyê teqez kirin.

Her wiha diyar kirin ku beşdarên civînê bi saya hezkirina di navbera wan de civîne û ew parçebûnê naxwazin. Beşdaran girîngiya xurtkirina nasnameya neteweyî dûrî dûrxistinê teqez kirin.

Beşdaran diyar kirin ku projeya neteweya demokratîk wek çareseriya herî guncew û pejirandî li cem gelê Sûriyê ye.

Di dawiyê de Nûjîn Yusif bersîva pirsên beşdaran ên girêdayî cuda mijarên xurtkirina diyaloga sûrî-sûrî da.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gIFSoncf0DQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>