Çeteyên artêşa Tirk a dagirker 9 sivîl ji Efrînê revandin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker 9 sivîl ji gundê Unqelê yê girêdayî navçeya Şiyê li Efrînê revandin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker 9 sivîl ji Efrînê revandin
28 kanûn, 2019   18:13
ŞEHBA

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe li dijî gelê Efrînê didomînin. Bi armanca ku şêniyên mayî bidin koçberkirin.

Li gorî agahiyên ji kantona dagirkirî hatine çeteyên Lîwa El-Weqas a girêdayî artêşa Tirk a dagirker 9 sivîl ji şêniyên gundê Umqelê li navçeya Şiyê ya girêdayî Efrînê revandine.

Navên ciwanan wiha ne:

Nazmî Xelîl Ehmed (18), Ibrahîm Şikrî Elûş (17), Hesen Şikrî Elûş (19), Riyad Elî (17), Arêf Mihemed Şikrî (23), Azad Hesen (23), Izet Mihemed Umer (17), Merwan Enwer Hesen (17) û Arêf Kemal Abîdo (36).

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan şêniyên Efrînê bi armanca malbatên wan şantaj bikin û fîdyayên mezin li beramberî serbestberdana wan bixwazin, revandine.

(şx)

ANHA