Meclisa Qanûnsaz erkdarkirina hevserokên desteyan erê kir

Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê erkdarkirina hejmarek hevserokên desteyên Meclisa Rêveber erê kir û hevserokan jî sond xwarin.

Meclisa Qanûnsaz erkdarkirina hevserokên desteyan erê kir
28 kanûn, 2019   15:34
QAMIŞLO

Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê li avahiya meclisê li navçeya Amûde civînek bi armanca nîqaşkirina jinûvesazkirina sazumaniya rêveberiya rêxistinî ya Meclia Rêveber a herêma Cizîrê lidar xist.

Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê daxwazek ji Meclisa Qanûnsaz re girêdayî erkdarkirina hejmarek hevserokên desteyên meclisê li şûna hevserokên berê yên ku dema erkdarbûna wan xilas bûye, şandibû.

Meclisa Qanûnsaz di civîna îro de li gorî qanûnên hevpeymana civakî û yên ku li herêma Cirzîrê derbasdar in û li gorî fermana bi hejmar 1 a sala 2019`an a hevserokatiyê erê kir.

Li ser wê hevserokên hatine erkdarkirin ev in:

-Rêber Ebdulwehab hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî.

-Rîm Romans hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî.

-Zêneb Mihemed Seîd Mihemed wekîlê Desteya Jin.

-Lorîn Ebdilhadî Hesen hevserokatiya Desteya Ciwan û Werzîşê.

-Mihemed Ebdulrehman El-Mihemed hevserokatiya Desteya Ciwan û Werzîşê.

-Welîde Nezîr Hesen hevserokatiya Desteya Darayî.

-Rohat Salih Xelîl hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê.

Her wiha hevserokên nû li ber Meclisa Qanûnsaz sond xwarin ji bo ku  dest bi erkên xwe kirin.

(şx)

ANHA