Partiya pêşerojê ya Sûriyê:  Gelê Sûriyê li ser axa xwe koçber e

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji bo nirxandina rewşa siyasî civîneke berfireh li navçeya Til Hemîsê li dar xist. Di civînê de hate destnîşankirin ku di salên çûyî de gelê Sûriyê bi tena xwe fotoriya aloziyê  dan, her wiha hate gotin ku gelê Sûriyê li ser axa xwe koçber bû û her tiştê wî hatiye desteserkirin.

Partiya pêşerojê ya Sûriyê:  Gelê Sûriyê li ser axa xwe koçber e
Partiya pêşerojê ya Sûriyê:  Gelê Sûriyê li ser axa xwe koçber e
Partiya pêşerojê ya Sûriyê:  Gelê Sûriyê li ser axa xwe koçber e
Partiya pêşerojê ya Sûriyê:  Gelê Sûriyê li ser axa xwe koçber e
Partiya pêşerojê ya Sûriyê:  Gelê Sûriyê li ser axa xwe koçber e
Partiya pêşerojê ya Sûriyê:  Gelê Sûriyê li ser axa xwe koçber e
28 kanûn, 2019   14:42
QAMIŞLO

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê civîneke ji şêniyên navçeya Til Hemîsê re li dar xist, da ku geşedanên dawîn ên siyasî li qada Sûriyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şîrove bike.

Civîn li navenda çandê ya navçeya Til Hemîsê hate li darxistin, di civînê de endam û rêveberiyên Partiyê şaxê Hesekê, buroya Qamişlo, nûnerên partiya siyasî û endamên saziyên civaka sivîl li navçeyê amade bûn.

Di civînê de nûnerê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Til Hemîsê Mihemed Deham axivî û wiha got: "Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji azarên Sûriyê derket û hêviyên gelan e, dirûşmeya me avakirina Sûriyeke demokratîk pirrengî nenavendî ye."

Endamê buroya rêxistînî şaxê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Hesekê Ebdilfehat Fatimê geşedanên siyasî û bûyerên li Sûriyê şîrove kir. Fatimê wiha got: "Lîstika pêşerojê ya navneteweyî ji Sûriyê dest pê kir, da ku nexşeya Rojhilata Navîn biguhere, ji ber peymana Lozanê dê di sala 2023 de bidawî bibe, dê nexşeyeke demografîk nû ji herêmê re bê nexş kirin, bi rêya berjewendiyên aliyên cîhanî pêk were. Em wek hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li vê projeyê dinêrin ku xizmeta herêmê nakin, ew xizmeta aliyên derve dike."

Her wiha cîgira seroka buroya rêxistinî ya partiyê Hindirîn Sîno axivî û diyar kir ku partiyê girîngiyeke mezin da jin û ciwanan, ji ber ciwan bingeha sereke di civakê de ne, jin jî neviyê civakê ne û partî jî pişta xwe dide rola jin û ciwanan di civakê de.

Paşê endamê buroya rêxistinî ya partiya pêşerojê ya Sûriyê yê kantona Qamişlo Mûaz Ebdilkerîm axivî û destnîşan kir ku gel bi tena xwe yê bace da, ew tenê yê ku nikare çarenûsa xwe diyar bike, her wiha diyar kir ku gelê Sûriyê li ser axa xwe koçber bû û mal û milkê wê hate desteser kirin û nehiştin ku vegerin welatê xwe Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.

Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZRjl8PUHWEs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>