Balafirên Rûsyayê Idlibê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê Marat El-Numan, Masaran û nuqteyên temas ên di navbera hêzên Rejîma Sûriyê û çeteyên Tirkiyê de li gel şerên bejahî bombebaran dikin.

Balafirên Rûsyayê Idlibê bombebaran kirin
28 kanûn, 2019   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got balafirên şer ên hêzên Rûsyayê herêmên ji Marat El- Numan û Masaran li başûrê Idlibê, Mar Şorîn, Dêr rojhilat û xetên temas li başûr rojhilatê gundewarê Idlibê bombebaran kirin.

Her wiha hêzên Rejîma Sûriyê ji bargeha Corîn xetên temas li başûr rojhilatê Idlibê bi moşekan topbaran kirin. Tevî herêmên cuda li başûrê gundewarê Idlibê beyî ku agahiyên derbarê ziyayan bêne bidestxistin.

Hêzên Rejîma Sûriyê û çeteyên Tirkiyê li xetên temas ên başûr rojhilatê Idlibê bi gule û moşekan pev ketin.

(şx)