Firokeyên nenas zindaneke çeteyên Tirkiyê li bakurê  Helebê bombebaran kir

Firokeyên nenas zindaneke çeteyên "Cebhet El-Şemiyê" yên girêdayî Tirkiyê li bajarê Izazê kir hedefa xwe, lê tu agahî der barê encamên bombebaranê de zelal nebûne.

Firokeyên nenas zindaneke çeteyên Tirkiyê li bakurê  Helebê bombebaran kir
28 kanûn, 2019   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) wiha got: "Îro sibehê dengên teqînên mezin li bajarê Izazê yê gundewarê Helebê hate bihîstin, paşê hat xuyakirin zindaneke çeteyên Cebhet El-Şemiyê" yên girêdayî Tirkiyê hatiye hedefgirtin.

SOHR`ê piştrast kir ku zindan bi navê "Meisra" tê naskirin, ji aliyê firokeyeke bêpîlot  a nenas ve hate bombebarankirin ku li bajarokê Sico yê li nêzî bajarê Izazê li bakur rojhilatê Helebê ye, tê texmîn kirin ku girêdayî "Koalisyona navneteweyî" ye. Di encama wê de rûxandineke mezin pêk hat û avahiya ku zindan tê de bû bi temamî hate rûxandin.

Koalisyona navneteweyî li dijî DAIŞ`ê beriya demekê fermandarên çeteyên DAIŞ`ê û komên terorîst ên din li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, kir hedefa xwe, ji wan serokê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî bû.