Eksem Neyîsa:Veguhastina çeteyan ber bi Lîbyayê xizmeta Rûsya û Rejîmê dike

Muxalifê Sûriyê Eksem Neyîsa piştrast kir ku veguhaztina çeteyên Tirkiyê ji Idlibê dê xizmeta Rusya û rejîmê bike û ev jî bi hesabên Tirkiyê re nagunce. Eksem derbasbûna Tirkiyê ji Lîbyayê re wekî ehmeqtiya Erdogan bi nav dike.

Eksem Neyîsa:Veguhastina çeteyan ber bi Lîbyayê xizmeta Rûsya û Rejîmê dike
28 kanûn, 2019   06:30
NAVENDA NÛÇEYAN-AZAD SEFO

Dosyeya Sûriyê û Lîbyayê hişt têkiliyên Rûsya û dewleta Tirk zelaltir bibe, li gel ku nakokiyên di navbera her du aliyan de bi civînên li Moskovê re aloztir bûn.

Piştî lidarxistina civînan şerê li qada eniyên Idlibê hêmin bû û rojeva veguhaztina çeteyan ji Sûriyê ber bi Lîbyayê derket holê. Di vê derbarê de muxalifê  Sûriyê Eksem Neyîsa ji  ajansa me re axivî.

Eksem Neyîsa wiha dest bi axaftina xwe kir: "Heke em çend salan paş de vegerin em ê bibînin ku Tirkiyê piştgiriya Îxwan El-Muslimîn hem li Misrê (Mirsî), hem li Sûriyê, Filistîn (Hemas) û li Tunisê Ronasasanssa Îslamî (El-Neha El-Îslamiyê) dikir. Li gel ku piştgiriya gelek rêxistinên îslamî, Cîhadî, çekdar û rêxistinên li herêmê berbelav dike."

Eksem wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji aliyê jeostratejîk ve armanca sereke ya piştgiriya Tirkiyê, ji van rêxistinan re, serdestiya mêldariya Osmanî li ser serokên Tirkiyê û hewldana bidestxistina serweriya Osmanî li başûrê Deryaya Navîn e. Lewma şandina çeteyan ber bi Lîbyayê ve siyaseta Tirkiyê ya kevnar e.

‘TIRKIYE NAXWAZE BÊ PETROL DERBIKEVE’

Eksem Neyîsa diyar kir ku êdî armanca  Tirkiyê li Lîbyayê diyar e. Eksem got: “Tirkiye dixwaze destwerdana xêr û bêrên petrola li herêma deryayê bike, ku ji Kendava Îskenderonê û heta berava Lîbayayê ye. Lewma Tirkiyê naxwaze bê petrol derbikeve û wekî ku şerê navxweyî yê Sûriyê ji xwe re derfet dît, li Lîbyayê jî heman nêzîkatî dike.”

Eksem da  zanîn ku dewleta Tirk xwe wekî hêzeke herêmî dibîne, nabe di proseya parvekirina serwerî û petrolê de Tirkiyê were paşguhkirin.Lê ji bo hakimên Tirkiyê xala girîng ew e ku aloziyiyên xwe yên hundirîn-siyasî derbasî welatên derve jî bike û bi vî yekê bertekên li dijî Erdogan, siyastên li hundir û derve dide meşandin kêm bikin.

‘VEGUHESTINA ÇETAYAN BER BI LÎBYAYÊ VE HESABÊN LI IDLIBÊ DIGUHERÎNE’

Derbarê rewşa Idlibê Eksem Neyîsa wiha axivî: “Armanca veguhastina çeteyan ber bi Lîbyayê ve kêmkirina şerê li Idlibê ye, ev jî rê li pêşiya hesabên nû yên di navbera rejîma Tirkiyê û aliyên ganator ên Astanayê vedike. Lewma bi nêrîna min vekişandina çeteyan ji eniyên Idlibê û bakurê Sûriyê dê aloziyekê di hevsengiya leşkerî de derxîne û zirarê bigihîne berjewendiyên rejîmê û Rûsyayê.”

‘AMERÎKAYÊ LI LÎBYAYÊ LI DIJÎ TIRKIYÊ XEFIK VEDAYE’

Derbarê helwesta Amerîka ji liv û tevgera Tirkiyê li Idlibê Eksem Neyîsa wiha got: “Mirov dikare behsa xefka Amerîka li dijî Tirkiyê bike. Nîşana vê yekê jî bi bin navê Îxwan serweriyê bikin, Tirkiyê xapand û hişt çeteyan an jî hêzên Tirkiyê  ber bi Lîbyayê ve bişîne. Lê di encamê de Tirkiyê dikeve eniyê de û hin alî ji karînên wê yên siyasî û leşkerî sûdê werbigirin.

Eksem wiha axaftina xwe dewam kir: “Tirkiyê hêzên xwe ber bi Lîbyayê ve şand, ev jî Îsraîl, Misr, Qubrisê û Yewnanîstan tehrîk dike. Li gel ku dê ev hêz dê bi şerê li dijî Hefter rû bi rû bimînin.Tê zanîn ku hêzên Hefter di milê leşkerî de ji hêzên Al-Sarraj xurtir in û piştgiriya xwe ji gelek dewletên herêmî û navdewletî werdigire.”

Muxalifê Sûriyê Eksem Neyîsa wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di her halî de şandina Tirkiyê hêzên xwe ber bi Lîbyayê ve, mirov tek nirxandinekê jê re dibîne. Ew jî ehmeqtiya Erdogan e ku li ser esasê dûbarekirina xewn û xeyalên Osmaniyan e.Ev jî bi serê xwe binpêkirina aşîtiyê ye.”

(eh)

ANHA