Heyva Sor a Kurd rojane zêdeyî 700 nexweşî derman dike

Şaxê Rêxsitina Heyva Sor a Kurd a kantona Şehbayê rojane zêdeyî 700 kesên ji koçberên Efrînê derman dike. Rêvebera Heyva Sor a Kurd diyar kir rêjeya nexweşiyan îsal li gorî par bi qasî ji sedî 15 zêde bûye.

Heyva Sor a Kurd rojane zêdeyî 700 nexweşî derman dike
Heyva Sor a Kurd rojane zêdeyî 700 nexweşî derman dike
Heyva Sor a Kurd rojane zêdeyî 700 nexweşî derman dike
Heyva Sor a Kurd rojane zêdeyî 700 nexweşî derman dike
Heyva Sor a Kurd rojane zêdeyî 700 nexweşî derman dike
Heyva Sor a Kurd rojane zêdeyî 700 nexweşî derman dike
Heyva Sor a Kurd rojane zêdeyî 700 nexweşî derman dike
28 kanûn, 2019   06:50
ŞEHBA

Azarên koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê ya dorçêkirî bi hatina zivistanî re û kêmbûna dermanan zêde dibe.

Li kantona Şehbayê 7 navendên tenduristiyê yên Hevya Sor a Kurd hene, li navçeya Ehdas, Ehirs, navçeya Til Rifet, gundê Ziyara, Burc Qas û kampên Serdan û Berxwedan. Rojane der dora 150-200 nexweşî serî li van navendan didin.

Di navendan de 60 endam bi derfetên kêm 24 saetan de dixebitin, her wiha dewreyên perwerdeyê li ser destwerdana lezgîn ji şêniyan re vedikin.

Heyva Sor ji gelek komîteyan pêk tê "Komîteya Belavkirina Şîrê Zarokan, Komîteya Desteka Derenû, endamên perwerdedayînê. Li aliyekî din jî semînerên "piskolojiya" ji bo şêniyan re têne dayîn.

Rêvebera Heyva Sor a Kurd a navçeya Ehdasê Mecdolîn Zeyno diyar kir ku rêjeya nexweşiyan li gorî par zêde bûye û wiha domand: "Rêjeya nexweşiyên demsalî li gorî par  ji sedî 70 zêde bûye, di nava kampan de ji sedî 85 zêde bûye. Nexweşiyên ku di nava kampan de di demsala havînî de belav dibin îltîhabata made û roviyan e. Rojane derdora 50 nexweşiyên îshal û verşî û îltîhaba kezebê tên."

Macdolîn diyar kir ku di zivistanî de nexweşiyên îltîhaba bronşît ku roj bi roj zêde dibe belav dibe  got: "Ev nexweşî li gorî par ji sedî 80 zêde bûye, rêjeya wê par ji sedî 50 bû, her wiha rebû jî belav dibe."

Macolîn di dawiya axaftina xwe de banga alîkariyê li rêxistinên navdewletî kir û got: "Em wekî Rêxistina Hevya Sor a Kurd me alîkarî ji ti rêxisitnan wernegirtine, em banga alîkariyê ji bo şêniyên me yên koçber ên li kantona Şehbayê dikin."

Jina bi navê Şefîqa Silêman ku ji ber nexweşiya xwe serî li navenda tenduristiyê ya Hevya Sor a Kurd daye dibêje: "Ji roja em koçberî kantona Şehbayê bûne ve Heyva Sor a Kurd alîkariyê pêşkêşî nexweşan dike. Miqdara dermanan li vir gelekî kêm e, em hêvî dikin ku komeleyên mafên mirovan erka xwe li beramberî me wekî xelê Efrînê pêk bîne."

Şêniya bi navê Nazilê Dado got: "Pişt em ji malên xwe hatin derxistin û bi zarokên xwe re koçber bûn, nexweşî di nav me de belav bûn, kengî em vegerin malên xwe Efrînê em ê rihet bikin."

Duha Mihemed jî got: “Em dixwazin vegerin malên xwe, rewşa me li vir zehmet e, bijîşkên pispor tinene û rewşa madî gelek zehmet e."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vn4kaKqT_sk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>