​​​​​​​Di çalakiyên HRE‘yê de bi kêmanî 2 leşker hatin kuştin, 3 jî brîndar bûn

HRE‘yê ragihandin ku hêzên wan 26‘ê Kanûnê de li dijî baragehên leşkerên artêş dagirker ên li Ezaz, Malikiyê û Şera çalakî li dar xistin. HRE‘ê diyar kir ku di çalakiyê de bi kêmanî 2 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

​​​​​​​Di çalakiyên HRE‘yê de bi kêmanî 2 leşker hatin kuştin, 3 jî brîndar bûn
27 kanûn, 2019   14:02
NAVENA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Çalakî û operasyonên hêzên me li dijî çete û leşkerên artêşa dagirker li herêma Efrîn û derdorê wê berdewam dikin.

Hêzên me di dîroka 26‘ê Kanûnê de li dijî baragehên leşkerên artêş dagirker ên li Ezaz, Malikiyê û Şera çalakiyên serkeftî li dar xistin. Di encama çalakiyan de herî kêm 2 leşker hatin kuştin, 3 leşker brîndar bûn.

Artêşa dagirker piştî çalakiyan gundên Malikiyê, Merenaz, Şêwarqa û El-Qamiyyê yên ser bi navçeya Şera ya Efrînê bi dijwarî topbaran kirin. Di encama topbaranê de ziyanên madî gihîşt zevî û milkên şêniyên herêmê."

ANHA