Ji Yewnanistanê hişyarî: Erdogan bi agir dilîze û em amade ne

Cîgirê wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Miltiadis Varvitsiotis ragihand ku welatî wî bi sedema planên dewleta Tirk ên ku wek befirhekirina Osmaniyan bi nav kiriye, di amadekariyê de ye û piştrast kir ku Erdogan bi agir dilîze.

Ji Yewnanistanê hişyarî: Erdogan bi agir dilîze û em amade ne
27 kanûn, 2019   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Miltiadis Varvitsiotis hişyarî der barê planên dewleta Tirk ên li Lîbyayê de da û got Erdogan bi agir dilîze. Her wiha da zanîn ku kiryarên ku pêk tîne dê wê ji herêmê dûr bixe.

Rojnameya Cathimerinî ya Yewnanistanê li ser zimanê cîgirê wezîrê karên derve wiha ragihand: "Bertekên li dijî berfirehkirina Osmanî ya nû gelek in û her wiha ji rojhilat û rojava tên ku Erdogan bi agir dilîze. Ev bertek jî ne tenê ji Yewnanistanê tên, lê belê ji tevahî dewletên cîhanê  tên."

Varvitsiotis di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya serdana serokwezîrê welatê wî ji Koşka Spî re di 7’ê Çileya bê de û destnîşan kir ku Atîna li ser şantajên dewleta Tirk nîqaşan pêk tîne, da ku parastina ewlehî û aramiya li herêmê bike.

Der barê pirsa li ser plana şandina dewleta Tirk a hêzê ji Lîbyayê re Varvitsiotis anî ziman ku Erdogan bi rêyeke tijî xetere tev digere ku mîna vê rêyê tenê Tirkiyê ber bi yekalîbûnekê ve dibe.

Tevgerên dewleta Tirk û Lîbyayê hêrseke herêmî û navdewletî çêkir ku jê jî Misr û Yewnanistan in ku hewl didin kedê der barê rawestandina van tevgeran de bide.

(fr)