Mezlûm Ebdî: Deriyên me ji şêniyên Idlibê re vekirî ne

Fermandarê giştî yê QSD’ê daxuyand ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ye ku sivîlên ku ji ber şerê li parêzgeha Idlibê koçber dibin, pêşwaz bike.

Mezlûm Ebdî: Deriyên me ji şêniyên Idlibê re vekirî ne
27 kanûn, 2019   14:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê gitşî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: "Deriyên me ji şêniyên Idlibê re vekirî ne û dikarin hevkariyê bi hêzên leşkerî yên Idlibê yên di bina sîwana QSD’ê de pêk bînin da ku berê xwe bidin herêmên me."

Ebdî wiha bang kir: "Şerê wêrankirinê rawestînin, sîwaneke tevahî hêzên neteweyî ava bikin ku sivîl û rûmeta wan biparêzin û sînorekê ji bazirganiya xwîn û malên sûriyan re deynin."

Li Idlibê şerekî dijwar di navbera hêzên rejîmê û çeteyên bi piştevaniya dewleta Tirk a dagirker de rû dide û dibe sedema qurbaniyên sivîl û koçberiya bi hezaran sivîlan.

(fr)