Li Idlibê şerê giran… çete bi pêş ve diçin

Li bejahiyên Idlibê şer di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de giran e. Her wiha li asîmanên herêmê balafir nagerin û çete derfeta pêşveçûnê dibînin.

Li Idlibê şerê giran… çete bi pêş ve diçin
27 kanûn, 2019   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku şer li derdora Dêr Xerbî ya bejahiya rojhilatê Meret El-Nûman di navbera hêzên rejîmê û komên çete de giran e û topbaranên dualî pêk tên.

Li gorî navendê, çeteyan serweriya li nuqteyên ku hêzên rejîmê di saetên borî de kontrol kiribû, kir.

Têkildarî mijarê, hêzên rejîmê herêmên Merşorîn, Merşemsa, Tilmenes û derdora Meret El-Nûman topbaran kirin û li kêlekê jî balafirên Rûsya û rejîmê li asîmanan tune ne.

Li aliyekî dîtir jî ajansa SANA ya girêdayî rejîmê ragihand ku duh moşekek li derdora bajarê Qerdaha yê Laziqiyê li perava Sûriyê ketiye û di encamê de zirarên madî çêbûn. Ajansê wiha diyar kir: "Terorîstên ku li quncikên li ser sînorê di navbera her du parêzgehên Idlib û Laziqiyê de xwe bi cih kirine, pêncşemê roket ber bi başurê rojhilatê bajarê Laziqiyê ve avêtin ku li derdora bajarê Qerdaha ketin. Di encamê de mal wêran kir û tu birîndarî çênebûn."

Piştî civînên di navbera şandeyên li Rûsyayê yên Tirkiyê û rejîmê, li eniyên Idlibê bêdengiyek pêk hat. Her wiha jî çavdêran got dewleta Tirk xwest ku bi rêya radestkirina rêya navneteweyî M5 ji rejîmê re û hiştina hêzên Tirkiyê û çeteyên xwe li bakurê rê, mercên xwe baş bike.

Di encamê de komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ji derdora rêya navneteweyî vekişîn û balafirên rejîm û Rûsyayê li asîmanê herêmê tune ne.

(fr)