Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Sîpan Efrîn re xwest

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê û endamên saziyên parastinê sersaxî ji malbata şehîd Sîpan Efrîn re xwest ku di encama krîza dil de di 22`yê Kanûnê de şehîd bûbû.

Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Sîpan Efrîn re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Sîpan Efrîn re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Sîpan Efrîn re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Sîpan Efrîn re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Sîpan Efrîn re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Sîpan Efrîn re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Sîpan Efrîn re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Sîpan Efrîn re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Sîpan Efrîn re xwest
27 kanûn, 2019   12:17
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê, şervanên YPG, YPJ û Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Meclisa Malbatên Şehîdan li hola Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan kom bûn, da ku sersaxiyê ji malbata şehîd Mihemed Hemo (Sîpan Efrîn) re bixwazin.

Li hola navendê wêneyên şehîd Sîpan û alên QSD`ê û wêneyên şehîdan hatin daliqandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên parastinê û Kongreya Star axaftin hatin kirin.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û qala têkoşîna şehîd Sîpan ku jiyana xwe ji bo doza gelan da, kir. Her wiha axaftvanan got şehîd Sîpan Efrîn beşdarî hemû eniyên şer ên li dijî faşîzma Tirk û çeteyên wê bû, ew sembola rastiyê bû û bi hezkirina xwe ji gel û doza xwe re dihat naskirin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

(jo)

ANHA