Jinên ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya hêzên leşkerî kirin

Jinên ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku ne tenê bi awayekî leşkerî mirov dikare li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker liberxwe bide û wiha got: “Lê belê bi tevlibûna akademiyên zanistî. Ji bo ku nas bikin çawa çand û zimanê xwe biparêzin. Em bi Hêzên Sûriya Demokratîk bawer in ji ber ku hêza tekane ye ku me diparêze.”

Jinên ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya hêzên leşkerî kirin
27 kanûn, 2019   09:40
HESEKÊ-NESRÎN ELÎ

Êrişên Tirkiyê yên hovane li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in. Li gel hewldanên Rejîma Sûriyê ji bo ku çîna ciwanan ji Hêzên Sûriya Demokratîk bi rêya lidarxistina civînan bi rûspiyên êlên herêmê re dûr bixe. 

Çîna ciwanan di her şoreşekê de hîmeke sereke û girîng e. Lewra pergalên serdest hewl didin ciwanan ji rola wan a çalak di civakê de dûr bixin. Bi taybet li bakurê Sûriyê. Rejîma Sûriyê û dagirkerî hewl didin wêneya Hêzên Sûriya Demokratîk berovajî bikin û tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de belav bikin tenê ji bo ku QSD`ê zaîf bikin.

Girêdayî mijarê jinên ciwan ên bajarê Hesekê rave kirin ku ew piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin.

Jina ciwan a bi navê Leyla Şêxo ya ji bajarê Hesekê got: "Rejîma Sûriyê û dewleta Tirk hewl didin çîna ciwanan ji hêzên leşkerî dûr bixin. Di vê pêvajoyê de ji ciwanan tê xwestin tev li nav refên Hêzên Sûriya Demokratîk bibin û piştgiriya wê bikin. Bi taybet hêzên parastina jinê. Ji ber ku hêza tekane ye mafên jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diparêze."

Leyla teqez kir ku vîna jina Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek xurt e û wiha domand: "Şoreşa me bi şoreşa jinê tê naskirin. Dewleta Tirk a dagirker vîna me naşkîne û nikare me ji hêzên leşkerî dûr bixe."

Ji aliyê xwe ve jina ciwan bi navê Rûsîm Hisên a ji bajarê Hesekê bal kişand ser ku ne tenê bi awayekî leşkerî mirov dikare li hember van hewldanan li berxwe bide lê ciwan dikarin tev li akademiyên zanistî bibin û nas bikin çawa çand û zimanê xwe biparêzin.

Rûsîm got: "Wek jinek ciwan ji pêkhateya Kurd ez hewl dide zimanê dayîkê biparêzim. Ji ber ku dewletên timaker armanc dikin me, nasname û zimanê me qir bikin. Lewra divê em wê biparêzin."

Rûlaf Maco ji Efrînê ye ber bi kantona Hesekê ve koçber bûye û niha lê dimîne. Rûlaf diyar kir ku divê ciwan piştgiriya van hêzan bikin û got: "Ji ber ku ew hêzên tekane ne em pê bawer dikin ji bo ku welat û çanda me biparêzin. Hêzên Sûriya Demokratîk me ji teror û dagirkerî parast. Divê niha em piştgiriya wê bikin."

Jina ciwan a bi navê Gulistan Elî ji bajarê Efrînê got: “Ciwan pêşeng in civakê ne. Lewra wê bersîva tevahiya êrişan û topbarana Tirkiyê bidin. Em bi hêzên xwe bawer in.”

Silava Ehmed a ji bajarê Hesekê dibêje: "Di her şoreşekê de ciwan bingeh in. şoreşa me jî wisa ye. Bi hêza ciwanan me şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir. Em ê li hember tevahiya êrişan li berxwe bidin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ABBB9iEWkCE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>